Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide serweriya xwe ya li Afrîkayê biparêze

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro bal kişand ser girîngiya rêya M4, nakokiyên Partiya Gel a Komarê ya Tirkiyeyê û bandorên vekişîna Rûsyayê ji peymana dexl û danan.

Rojnameyên erebî: Rûsya hewl dide serweriya xwe ya li Afrîkayê biparêze
26 tîrmeh, 2023   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke rojnameya El Exbar a Lubnanê, rêya Heleb-Lazîqiyê ku wekî rêya M4 tê nasîn, veguheriye yek ji rêyên navdar di şerê li Sûriyeyê de.

Di rapora rojnameyê ya bi sernavê “Rêya Heleb-Lazîqiyê: Giraniya jeoekonomîk a windabûyî” de, îşaret bi dîroka bidawîkirina vekirina rêya M4 (2013) hate kirin û hat gotin: “Wê demê şerê li Sûriyeyê gur bûbû. Ev rê bû hedefeke stratejîk ji bo komên çekdar ên li bakur ku hêzên herêmî destekê didin wan. Ew yek di çarçoveya siyaseta parçekirina welat, qutkirina bajar û herêman ji hev de, ji bo lawazkirina hêza hikumetê û têkbirina aboriya wê pêk hat.”

TIRKIYE; NAKOKIYÊN PARTIYA GEL A KOMARÊ

Sky News Arabiya jî di raporeke xwe de cih da hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiyeyê ku dê 2024`an bên lidarxistin.

Di raporê de hat bibîrxistin ku di hilbijartinên şaredariyan ên 2019`an de Partiya Gel a Komarê (CHP) ku mezintirîn partiya muxalefetê ye, rêveberiya paytext û bajarên mezin bi dest xist. Di dewama raporê de cih da pêşbîniyên ji bo hilbijartinên nû yên wekî “tê pêşbînkirin ku ev partî bi awayekî parçebûyî bikeve hilbijartinan.”

Di raporê de nirxandinên şîrovekarê siyasî yê tirk Hîşam Gunay ên “Piştî binketina Kiliçdaroglu di hilbijartinên serokkomariyê de, dihat texmînkirin ku ew dev ji serokatiya CHP′ê bede, lê ev yek heta niha jî pêk nehatiye. Kiliçdaroglu berpirsyariya windakirina hilbijartinan jî li xwe negirt û îdia kir ku gihaştina wî ya tûra duyemîn a hilbijartinê serkeftin e. Ev yek bû sedema hêrsa alîgirên wî û rêveberiyên partiyê” hatin bicihkirin.

Raporê cih da şîroveyên nivîskarê Tirk Burhaneddîn Duran jî ku got “Krîza guhartinê di nava partiyê de kûrtir dibe û xwe dispêre hevrikiya Kemal Kiliçdaroglu- Ekrem Îmamoglu. Bi wê yekî jî vediguhere nakokiya Kemal-Ekrem, civînên veşartî yên bêyî agahiya serok, qeydên tên belavkirin û nîqaşa exlaqî.”

HEVDÎTINA RÛSYA-WELATÊN AFRÎKAYÊ

Rojnameya el Ereb jî behsa civîna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a bi hin rêveberên dewletên Afrîkayê re kir ku dê sibê li bajarê St. Petersburg ê Rûsyayê were lidarxistin.

Li gorî nûçeya rojnameyê, ev hevdîtin hewldaneke ji bo ku Rûsya xwe ji bandorên îsyana Wagnerê û vekişîna ji peymana dexl û danan xelas bike û serweriya xwe li Afrîkayê biparêze. Tê destnîşankirin ku herî zêde dewletên Afrîkayê zirar ji aloziya dexl û danan dîtiye.