​​​​​​​Çete serê her malekê hezar û 500 dolar xeracê distînin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di berdêla malên ku wan dest daniye ser de, li ser her welatiyekî hezar û 500 dolar xerac ferz kir.

​​​​​​​Çete serê her malekê hezar û 500 dolar xeracê distînin
26 tîrmeh, 2023   07:25
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji navçeya Şiyê dane, çeteyên ‘El Emşat’ ên li navçeyê, di berdêla vegerandina malên ku wan dest daniye ser de, xerac li kesên ji gundê Hêkiçê ferz kirine.

Li gorî çavkaniyan, hezar û 500 dolar xerac li ser welatiyên bi navê Ebdo Dilo û Emmar Hesen hatiye ferzkirin. Malên her du welatiyên navborî piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kiribûn.

(c)

ANHA