Diyariya zaroka 8 salî bo gerîla û bersiva fermandarê HPG`ê

Faraşîn Asmîn a 8 salî ku li Fransayê dijî, ji gerîla re nameyek û pereyên ku kom kirine şandin. Feraşînê ji gerîlayan xwest ku bi wan pereyan gore yan jî lepik bikirin. Fermandarê HPG`ê Mûrat Karayilan jî bersiva nameya wê da.

Diyariya zaroka 8 salî bo gerîla û bersiva fermandarê HPG`ê
Diyariya zaroka 8 salî bo gerîla û bersiva fermandarê HPG`ê
Diyariya zaroka 8 salî bo gerîla û bersiva fermandarê HPG`ê
Diyariya zaroka 8 salî bo gerîla û bersiva fermandarê HPG`ê
26 tîrmeh, 2023   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, Feraşîn tevî karta ku wêneyê bi xwe xêz kiriye li ser e, kulîlkek û ji xerciyên xwe yên dibistanê 100 Euro şand. Li ser kartê jî peyameke bi vî rengî nivîsand, "Heval ez gelekî ji we hez dikim; bi vî pereyê min hûn ê ji xwe re ya gore yan jî lepikan bikirin."

Piştî ku ev diyariya bi wate ya Faraşîn gihîşt gerîla, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan jî nameyek ji bo Faraşîn nivîsî.

Mûrat Karayilan anî ziman ku wêneyê Faraşîn, peyam û pereyê ku şandibû gihîşt wan, ev diyarî ji bo gerîla bû moral û diyar kir ku wê bi wî pereyî ji gerîla re lepik û gore bikirin, wêneyê wê jî bixin nava Arşîva HPG'ê.

Karayilan di nameyê de ji bo Faraşîn got, "Hevala min a hêja, keça bedew a Kurd" û anî ziman ku gerîlayên jin ên ciwan jî ji bo Faraşîn hin diyarî amade kirin û jê re şandin. Ji Faraşîn jî xwest ku silavên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bigihîne ciwan û zarokên Kurd ên li Fransayê.