​​​​​​​Rizgarbûyiyekî ji Komkujiya Qamişloyê banga xurtkirina berxwedanê kir

Welatiyê bi navê Ebdullah Qiço yê ji komkujiya 27'ê Tîrmeha 2016'an a Qamişloyê filitiye, got komkujî û êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve heta îro dewam dikin. Her wiha anî ziman ku ev êriş wan ji berxwedanê dûr naxin.

​​​​​​​Rizgarbûyiyekî ji Komkujiya Qamişloyê banga xurtkirina berxwedanê kir
25 tîrmeh, 2023   23:30
QAMIŞLO

Roja 27'ê Tîrmeha 2016'an saet di 09:25'an de teqîneke mezin li Qamişloyê çêbû. Çeteyên DAIŞ'ê li taxa Xerbî ya bajar bi rêya kamyoneke bombebarkirî komkujiyek pêk anî, di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kesên din birîndar bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Welatiyê bi navê Ebdullah Qiço (53) di êrişê de birîndar bûbû û hîna ji ber birînên xwe êşê dikişîne. Qiço detayên komkujiyê parve kirin: "Sibehê zû şiyar bûm û bi kurê xwe re çûm dikana li taxa Xerbî. Li ser rê li benda xwediyê dikanê bûm, dema xwediyê dikanê nêzîk bû di çend saniyan de kabûsa dijwar çêbû."

Ji ber dijwariya êrişê, Ebdullah Qiço demekê ji ser hişê xwe diçe û piştî çend kêliyan ji ber toz û dûmanê pêşiya xwe nabîne. Qiço got: "Avahî kavil bûn. Qêrîn û kalîn bilind bûn. Dengê ambulans û xebatkarên tenduristiyê li taxê belav bûbû. Piştî toz û dûmana reş bi dawî bû, ez bi laşê xwe yê bixwîn zikêşkî (deverû) çûm dikanê da ku rewşa kurê xwe û hevalên xwe yên kar bibînim. Lê mixabin xwediyê dikanê şehîd bû, bavê min di jêrzemînê de bû, tiştek pê nehat. Ez birim Nexweşxaneya Ferman, lê ji ber hejmara mezin a birîndaran û şehîdan li vê nexweşxaneyê, ez birim nexweşxaneyeke din.”

Ebdulla Qiço bi xemgînî behsa kêliyên li nexweşxaneyê kir û got: “Dîmena herî dijwar ku min dît û ji bîra min dernayê, dîmenên birîndar, şehîd û nalîna şêniyan bû."

Qiço bal kişand ser seferberiya ekîbên tenduristiyê jî ku bi hawara xelkê de çûn.

Qiço liser armanca çeteyan ji vê komkujiyê got: "Amadekarî ji vê teqînê re hatibû kirin. Armanca teqînê têkbirina ewlehî û îstîqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, hedefgirtina îradeya gelên wê, belavkirina tirsê di dilê welatiyan de da ku bajar ji welatiyan vala bibe.”

Ebdullah Qiço destnîşan kir ku siyasetên dijberî gelê herêmê heta roja îro dewam dikin û wiha domand: "Komkujiyên ku çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker pêk tînin, me ji berxwedanê dûr naxin."

(bb)

ANHA