​​​​​​​Erebistana Siûdî xwe wek rêvebereke nû ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş dike

Çend roj berê lûtkeya Kendavê-Asya ku cara yekemîn tê lidarxistin û 6 dewletên Kendavê û 5 dewletên “Stan” anîn cem hev, bi dawî bû. Çavdêran ev lûtke wek berdewamq hewldanên Erebistana Siûdî yên ji bo ferzkirina serweriya xwe li deverên cuda yên cîhanê û pêşkêşkirina xwe wek rêvebereke nû ji bo Rojhilata Navîn, nirxand.

​​​​​​​Erebistana Siûdî xwe wek rêvebereke nû ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş dike
26 tîrmeh, 2023   03:28
NAVENDA NÛÇEYAN - MUHSIN EL MISIRÎ

Erebistana Siûdî ya ku hewl dide xwe wek aliyekî bibandor di aloziyên navneteweyî de nîşan bide, tevgera xwe ya dîplomatîk a berfireh dike. Di vê çarçoveyê de, di çend rojên dawîn de li bajarê Ceda yê Siûdiyê çar lûtke hatin lidarxistin; lûkteya Siûdiyê-Japonyayê, lûtkeya Siûdiyê-Tirkiyeyê, lûtkeya şêwirê ya Kendavê û lûkteya dewletên Kendavê û 5 dewletên Asyaya Navîn (C5).

Di demên dawîn de li Siûdiyê di asta hundir û derve de gelek guhertin çêbûn. Ya girîngtirîn jî lihevkirina dawîn a bi navbeynkariya Çînê bi Îranê re ye. Beriya çend mehan jî li Siûdiyê lûkteya Kendavê-Çînê, beriya wê jî lûtkeya Amerîka-Erebî hatin lidarxistin. Riyadê di lihevkirina pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera Rûsya-Ukraynayê de jî rol lîst.

SIÛDÎ ÇI DIXWAZE?

Çavdêr dibêjin ku Erebistana Siûdî dixwaze bibe parçeyek ji sîstema navneteweyî û hewl dide xwe wek rêvebereke nû ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş bike. Nexasim li gel aloziyên aborî yên li welatên mezin mîna Misirê. Siûdî her wiha hewl dide hevalbend û şirîkên navneteweyî yên cuda ji xwe re çêke û bi vê yekê bikare hilberandina xwe, bi taybet berhemên leşkerî û teknolojîk, bi pêş bixe.

Çavdêr lûtkeya dewletên Kendavê û dewletên Asyaya Navîn, wek berdewama hewldanên Siûdiyê yên pêşxistina têkiliyên navneteweyî, bidawîkirina aloziyên derve, avakirina hevalbendên cuda, lêgerîna li veberhênanên zêdetir û xurtkirina aborî û rola xwe ya herêmî û navneteweyî dinirxînin.

ROLA ÇÎNÊ

/kr/uploads/files/2023/07/25/194040_-0.webp

Lêkolînerê kar û barên Asyayê Ebû Bekir Ebû El Mecd got: “Dibe ku lûtke girêdayî hevbendiya Siûdiyê-Çînê be ku di dema dawîn de bi pêş ketiye. Ruxmî ku Çîn amade nebû jî, lê belê ew herî zêde ji vê lûtkeyê sûdê werdigire. Dibe ku Çîn bi xwe yek ji sedemên lidarxistina vê lûtkeyê be jî.”

Ebû El Mecd destnîşan kir ku Çîn hew dide Rêya Hevrîşmê vejîne û bi wê jî bi rêya Kendavê Asyayê û Ewropayê bi hev ve girê bide û got: “Dewletên Asyaya Navîn ku wek 5 dewletên Stan tên nasîn jî li ser projeya vê rêyê dikevin. Lewma, dibe ku ev lûtke xizmeta berjewendiya hevbeş a Siûdî-Çînê dike. Çîn, piştgiriyê dide şirîkatiya dewletên Stan û dewletên Kendavê. Ji bo bidestxistina destekê ji bo projeya Rêya Hevrişmê jî, Çîn Siûdiyê wek hevalbendeke herî baş dibîne.”

Ebû El Mecd bal kişand ser girîngiya hevkariya bi dewletên Stan re û got: “Dewletên Stan xwedî gelek dewlemendiyên aborî û madenan in. Li Deryaya Qezwînê ji sedî 27’ê yedeka petrolê û ji sedî 34`ê yedeka gaza xwezayî ya cîhanê heye. Her wiha derfetên mezin ên wan dewletan ên hilberandina zêr, uranyum û sifirê jî heye.

LÛTKEYEKE TAYBET

/kr/uploads/files/2023/07/25/194057_.webp

Pisporê têkiliyên navneteweyî yê ji Îmaratê Dr. Salim El Kutbî jî got: “Lûtkeya dewletên Kendavê-Asyaya Navîn ya vê dawiyê li Cedayê hatiye lidaxistin, di hevkariya siyasî, aborî û stratejîk a di navbera welatên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û dewletên Asyaya Navîn (Stan) de xaleke pir girîng e.”

El Kutbî bal kişand ser girîngiya jeopolîtîk a Asyaya Navîn a li ser xaçerêya di navbera Rojhilata Navîn û Asyayê de û diyar kir ku ji ber wê yekê Siûdî û welatên Kendavê girîngiyê didin hevkariyê.

(c)

ANHA