ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-7-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-7-2023
25 tîrmeh, 2023   23:00

Welatiyê bi navê Ebdullah Qiço yê ji komkujiya 27'ê Tîrmeha 2016'an a Qamişloyê filitiye, got komkujî û êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve heta îro dewam dikin. Her wiha anî ziman ku ev êriş wan ji berxwedanê dûr naxin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dengên tekbîran ji mizgefta gundê Til Hasilê bilind dibe û dûre ji heman mizgeftê bangeke din tê; "Kurd kafir in, jin, zarok û pereyên wan ji me re helal in!" Bi vê yekê komkujiya li bajarokê Til Eranê bi beşdariya komên çete yên girêdayî PDK′ê pêk hat. (BI WÊNE)

Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi civînan derbarê xebatên xwe yên 3 mehan de gel agahdar dikin, rexne û pêşniyaran digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çend roj berê lûtkeya Kendavê-Asya ku cara yekemîn tê lidarxistin û 6 dewletên Kendavê û 5 dewletên “Stan” anîn cem hev, bi dawî bû. Çavdêran ev lûtke wek berdewamq hewldanên Erebistana Siûdî yên ji bo ferzkirina serweriya xwe li deverên cuda yên cîhanê û pêşkêşkirina xwe wek rêvebereke nû ji bo Rojhilata Navîn, nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê merasîma xiyab ji bo şervanê HPG`ê Mesûd Celal Osman li dar dixe saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxiyê didin malbata şehîdê Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya navçeya Til Temirê bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê turnovaya futbolê ya şehîd Baran El Mewa li stada Til Nesrî li dar dixe saet di 17:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA