Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê pêşangeheke wêneyan li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya hemleya ku partiyê bi dirûşma “Jina zana bingeha avakirina malbata demokratîk e” li dar xistiye de, pêşangeheke wêneyan orgenîze kir.

25 tîrmeh, 2023   18:27
HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di 8`ê Tîrmehê de hemleyeke siyasî, civakî ya mehek û nîv ragihand.

Di çarçoveya vê hemleyê de, şaxê meclisê yê Helebê bi dirûşma “Jina zana bingeha avakirina malbata demokratîk e” pêşangeheke wêneyan li Parka Efrîn a taxa Eşrefiye ya Helebê li dar xist.

Di pêşangehê de 100 tabloyên bi mijarên cuda mîna azadiya jinan, pêwîstiya hevgirtinê, rizgarkirina herêmên dagirkirî hatin pêşandan.

Di destpêka pêşangehê de, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê Hena Kerdûş axivî û destnîşan kir ku jinên sûriyeyî, para xwe ji encamên şer girt.

Hena got tevî zehmetiyan, lê jinan perwerdekirinî ya zana û birêxistinkirî, gavên cidî avêtin ji ber ku bingeha civakaê ne û beyî wê hevjiyana azad pêk nayê.

Her wiha Hena hewldanên jinên pêşeng silav kir ku ji bo avakirina civakeke bê nexweşiyên civakî, tê dikoşin.

Dûre, koma Strêkên Efrînê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo berhemên xwe pêşandan.

Di dawiyê de jinên ciwan û zarokên bi tabloyên xwe tev li pêşangehê bûne ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA