Şehîdê Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo spartin axê.

Şehîdê Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm hat oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm hat oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm hat oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm hat oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm hat oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Mihemed El Îbrahîm hat oxirkirin
25 tîrmeh, 2023   17:42
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El-Îbrahîm (Şêrzad Qamişlo) di sala 2020`an de tev li nava refê Erka Xweparastinê bûbû û di 12`ê Tîrmeh de dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Meclisa Bajarê Qamişlo, dost, heval û malbatên şehîd Mihemed El-Îbrahîm li merasîmê amade bûn. Di merasîmê de hevalên şehîd wêneyên wî rakirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ibêd Ebdê axivî û diyar kir ku di hizret gel de û li ser axa pîroz di şexsê şehîd Mihemed El-Îbrahîm de ew hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr tîne û wiha pê de çû: “Şehîd xwedî fikr û ramanên cesaret û lehengiyê ne. Ji bo parastina gel û welatê xwe canê xwe feda kirine. Dayîna mafê van şehîdan tenê bi şopandina rêya wan pêk tê.”

Ebdê tevlêbûna malbata şehîd di Meclisa Şehîdan de pîroz kir û wiha dom kir: “Divê ew îradeya xwe jî mezin bikin, da ku bikarin barê soza şehîdên xwe hilgirin ser milê xwe. Şoreş dewam dike, divê em bi wijdan li ser xeta şehîdên xwe bin.”

Paşê Endamê Rêveberiya Eyaleta Şehîd Rûbar Qamişlo Nezîr Sofî jî axivî û hemû cangoriyên azadiyê li Kurdistanê bi bîr anîn û got: “Di dîrokê de gelek qehreman canê xwe fedayî Kurdistanê kirine, ew bûn dîrok ji gelê xwe re.”

Nezîr Sofî di berdewama axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Di merasîmê de birayê Şehîd Mihemed El-Îbrahîm, Ehmed El-Îbrahîm axivî û xwîna birayê xwe li tevahî Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û soz da ku çekê birayê xwe li erdê nehêle.

(sb)

ANHA