Navenda Ragihandinê ya QSD`ê têkildarî bûyera li Dêrazorê daxuyaniyeke nû da

QSD`ê destnîşan kir ku dê bi cidî li hember dîmenên çekdarî yên derqanûnî û hewldanên îstixbaratê yên dijminane û şaneyên DAIŞ`ê biskene ku dixwazin tevliheviyê bi kar bînin û êriş hêzên leşkerî bikin. QSD`ê eşkere kir ku kesên destê wan di bûyera derxistina tevliheviyê li Dêrazorê de hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê têkildarî bûyera li Dêrazorê daxuyaniyeke nû da
25 tîrmeh, 2023   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî bûyera li Dêrazorê, agahiyên din parve kirin.

Navendê wiha di daxuyaniya xwe de nivisî: “Piştî pirsgirêka takakesî ya dawî ku piştî nîvroya îro di navbera hin endamên hêzên leşkerî yên Dêrazorê de çêbûye, hêzên me li gorî perspektîfa Fermandariya Giştî, komîteyek hat avakirin ji bo şopandina pirsgirêkê û çareserkirina wê li gorî pergala hêzê û bi koordînea rûspiyên herêmê. Li ser wê esasê, kesên destê wan di bûyerê de hene hatin girtin û tedbîrên pêwîst bi heqê kesên bandor li ewlehiya herêmê dikin, hatin girtin.

Em dê bi cidî li hember tevahî dîmenên çekdarî yên derqanûnî yên li dijî navendên leşkerî û tevgerên hêzên leşkerî yên di çarçoveya parastina ewlehiyê û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê de dimeşîne, bisekinin. Her wiha dê li hember tevahî hewldanên îstixbaratên dijminane û rêxistina DAIŞ`ê bisekinin ku hewl didin tevliheviyê bi kar bînin û êriş hêz û wesayîtên leşkerî bikin.”

(şx)