‘Komkara Erebî civîna yekemîn a têkildarî Sûriyeyê meha bê li dar dixe'

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser hewldanên Komkara Erebî yên lidarxistina civîna yekemîn a der barê Sûriyeyê de, bertekên sûriyeyiyên li herêmên dagirkirî yên li hemberî polîtîkayên tirkkirinê û rewşa Îsraîlê.

‘Komkara Erebî civîna yekemîn a têkildarî Sûriyeyê meha bê li dar dixe'
25 tîrmeh, 2023   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Îxbar a Lubnanê bi sernavê “Komkara Erebî amadekariya lidarxistina hevdîtina yekemîn a siyasî ya komîteya têkildarî Sûriyeyê dike” nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de tê gotin Komkara Erebî amadekariya lidarxistina hevdîtina yekemîn a siyasî ya komîteya taybet a Sûriyeyê de dike. Her wiha hate destnîşankirin ku ev civîn di navîna meha bê de were lidarxistin.

Li gorî rojnameyê “Ev civîn vê wateyê dide ku nêzîkatiyên Komkara Erebî yên der barê Sûriyeyê de êdî ji çarçoveya siyasî derbasî çarçoveya pratîkê bûye û tevlêbûna bi awayekî zêdetir di rêgeha çareseriyê siyasî de nîşan dide, nemaze ku asta nakokiyên siyasî û meydanî yên Rûsya-Amerîkayê li Sûriyeyê zêde bûye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hêzeke zêdetir şandiye vî welatî, hewl dide “Rêgeha Astanayê” ya Rûsyayê asteng bike.”

‘XELKÊ BABÊ LI HEMBERÎ TIRKKIRINÊ RABÛ’

Rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê jî di nivîsekê de cih da bertekên li hemberî polîtîkayên tirkkirinê. 

Rojnameyê bi sernavê "Xelkê Babê li hemberî tirkkirinê rabûne û navê dibistana ku Tirkiyeyê ya dagirkir guhertibû, vegerand" nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku şêniyên bajarê Babê yê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, li hemberî hêzên Tirk ên dagirkir û komên wê sekinîn. Her wiha hate gotin, şêniyan navê dibistanekê ku dagirkeran navê “qatilekî Tirk” lê kiribû, betal kir û navê dibistanê vegerand wekî berê.

'GUHERTINÊN NETANYAHU ÎSRAÎLÊ DIXE NAVA TEVLIHEVIYÊ'

Têkildarî Îsraîlê jî, rojnameya Şerq El Ewsat, guhertina dadwerî ya ji bo rakirina argumana maqûliyê ku duh ji aliyê partiyên desthilatdar ve li Knessetê hate pejirandin, wekî destpêka tevliheviya li Îsraîlê wesif kir û got: "Ne diyar e heta kijan astê ev tevlihevî berfireh bibe."

Her wiha hate diyarkirin ku opozîsyonê soz daye ku dê heta dawiyê li hemberî van guhertinan rabe.

'ENCAMÊN KONGREYA ROMAYÊ HÊVIYA DEWLETÊN AFRÎKAYÊ TÊK BIR'

Rojnameya El Ereb nivîsek li ser Kongreya Romayê ya têkildarî çareserkirina penberiya neqanûnî weşand.

Di nivîsê de tê gotin: “Kongre bi encamên bêhêvî ji bo dewletên başûr bi dawî bû. Îtalya ku kongre bi rêxistin kiriye, tenê sindoqek ji bo fînansekirina projeyên îstismarê û kontrolkirina sînoran ji bo bihêzkirina birêxistinkirina pêla koçberan ragihand, bêyî ku aliyên ku der barê wan fonan de berpirsyar bin, zelal bike."

(bb)