​​​​​​​Di sedsaliya Lozanê de êrişên nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê

Çend roj beriya temambûna sedsaliya Peymana Lozanê ku Kurdistan dabeşî çar parçeyan kir, artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê êrişên nû li dijî Zap û Metînayê dan destpêkirin.

​​​​​​​Di sedsaliya Lozanê de êrişên nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê
25 tîrmeh, 2023   07:04
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di 21'ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihand ku di 19’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Ortê ya Metîna, li cihên ku hêzên PDK’ê lê bûn, ji bejahî ve dest bi operasyonekê kirin. HPG'ê daxuyand ku dagirkeran ji benda PDK’ê dest bi tevgerê kiriye û got: “Hêzên PDK’ê ev qad kiriye benda tevgerînê ya artêşa Tirk a dagirker û alîkarî da ku dagirker ji vir êrişî hêzên me bikin. PDK bi aşkerayî piştgiriyê dide dagirkeran û ev operasyon hê jî didome.”

Roja Şemiyê jî HPG'ê ragihand ku li Zap û Metînayê 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li helîkopterekê dan.

Êrişa hevbeş a artêşa Tirk a dagirker û hêzên PDK'ê beriya temabûna sedsaliya Peymana Lozanê pêk hat ku di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de di navbera Fransa, Brîtanya û Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin. Di heman demê de ev êriş hemwextî xwepêşandanên Kurdan ên li dijî peymanê, dîsa jî piştî lûtkeya NATO'yê pêk hatin ku 11 û 12'ê vê Tîrmehê li Lîtvanyayê hatibû lidarxitin.

Ev êriş ne ya yekemîn e ku hêzên PDK'ê û artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayên azadiyê dikin.

Di salên 1992, 1995 û 1997'an de hêzên PDK'ê bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û di 2020'î de êrişên xwe li dijî gerîlayên azadiyê zêdetir kirin.

ZÎNÊ WERTÊ Û PIŞTRE

Di bihara 2020'an de, hêzên PDK'ê baregeh li herêma Zînê Wertê ava kirin û hêzên xwe lê bi cih kirin. Her wiha nuqte li Herêmên Parastinê yên Medyayê ava kirin ku artêşa Tirk wek navenda îstîxbaratê bi kar tîne û jê êrişan pêk tînin.

Wê demê KCK'ê gotibû: "Gerîlayên azadiyê ji ber karên îstîxbaratî rastî êrişan tên. Ji bilî baregeheke hêzên pêşmergeyan a PDK'ê, tu nuqte an jî baregehên leşkerî li herêma nêzî qadên gerîla tune ne.  Diyar e ku agahiyên girêdayî cihên hêzên gerîlayan ji wê baregehê derketine."

ÊRIŞA 24'Ê NÎSANÊ Û KEMÎNA XELÎFANÊ

Ev careke din dubare bûn. Hêzên PDK'ê hewl da şerekî nû biafirînin ku xizmeta dewleta Tirk a dagirker bike. Ji 24'ê Nîsana 2021'ê ve êrişên artêşa Tirk a dagiker li ser Avaşîn, Zap û Metînayê nesekinîn.

KCK'ê hişyarî dabû PDK'ê ku nebe alava pêkanîna planên dewleta Tirk a dagiker. Lê PDK'ê êrişên xwe zêdetir kirin û di dawiya Tebaxa 2021'ê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê kemînek ji gerîlayan re danî û 6 gerîla şehîd xistin.

Êriş li vir sînordar neman. Di şeva 7'ê Îlona 2022'yan de li geliya Balîsanê êrişeke nû li dijî gerîlyan pêk anî. Di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 gerîlayên din birîndar bûn. PDK'ê heta niha çarenûsa gerîlayên birîndar û cihên wan eşkere nekirine.

(bb)

ANHA