​​​​​​​Polîsên Tirk 3 rojnamevan destgîr kirin

Polîsên dewleta Tirk rojnamevan Firat Can Arslan, Delal Akyuz û Sîbel Yukler destgîr kirin.

​​​​​​​Polîsên Tirk 3 rojnamevan destgîr kirin
25 tîrmeh, 2023   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan de girt. Polîsan piştî lêgerînê Arslan destgîr kir. Sedema destgîrkirinê nehat zanîn.

Di serdegirtina malê de polîsan telefon û komputera Arslan desteser kirin.

Rojnamevan Sîbel Yukler jî li Enqereyê di serdegirtina mala xwe de hat destgîrkirin. Sedema destgîrkirina Yukler nehat zanîn.

Li bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê jî polîsên Tirk avête ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî vê yekê Akyuz destgîr kirin.