Berxwedana gerîla: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 2 helîkopter hatin derbekirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, derbe li 2 helîkopteran hate xistin.

Berxwedana gerîla: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 2 helîkopter hatin derbekirin
25 tîrmeh, 2023   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya ANF`ê, artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bi dehan caran herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê bi balafirên şer bomberdûman kiriye.

Hat ragihandin ku bomberdûman heta danê sibehê dewam kiriye, leşkerên Tirk ên dagirker bi helîkopteran hewl dane xwe li qadên cuda yên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdiyê bi cih bikin.

Şerê di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk a dagirker de didomin.

Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî di çalakiyên gerîlayan de 15 caran mudaxeleyî helîkopteran hatiye kirin, derb li 2 helîkopteran hatiye xistin û 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.