Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi dirûşma "Pêkanîna neteweya demokratîk binkeftina Lozanê ye" derketin xwepêşandanê û soza mezinkirina têkoşînê ji bo têkbirina Lozanê dan.

Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
Xelkê Helebê: Bi berxwedana xwe em dê Lozanê têk bibin
24 tîrmeh, 2023   19:48
HELEB-NISRÎN ŞÊXO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD),  xwepêşandan orgenîze kir. Bi sedan xelkê her du taxan, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyan tev lê bûn.

Xwepêşandan li qada Heft Şehîdan a li rojhilata taxa Şêxmeqsûd rawestiya û veguherî mitingê. Li wir endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Mihemed Şêxo û endama Meclisa Giştî ya partiyê Suheyla Hesen axivîn.

Her duyan diyar kirin piştî Lozanê kurdan gelek caran serî xwe hildan û hîna serhildana wan bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê berdewam e.

Her wiha destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd û gelên herêmê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, ji bo têkbirona Lozanê bersiva herî guncew e.

Axêveran banga hevgirtinê û mezinkirina têkoşînê ji bo têkbirina Lozanê, kir.

(şx)

ANHA