Li Îranê 4 polîs hatin kuştin

Di êrişeke çekdarî de li başûrê rojhilatê Îranê 4 polîsên Îranê hatin kuştin.

Li Îranê 4 polîs hatin kuştin
23 tîrmeh, 2023   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tasnim a berfermî ya Îranê jî ragihand ku di êrişeke çekdarî de li bajarê Zahedanê, li başûrê rojhilatê welat, herî kêm 4 endamên dewriyeya polîsên rêyan hatin kuştin.

Ajansê da zanîn ku êrişkaran kemîn ji erebeya polîsan re veda û gule li wan reşandin. Her wiha ji bo kesên sûdar fermaneke dozgeriyê ya serdegirtinê hate derxistin. Lê aliyê li pey êrişê nehate aşkerakirin.

(fr)