Li Tebqayê civîneke girseyî li ser pêşdeçûnên siyasî yên dawîn

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke girseyî li Tebqayê li dar xist û tê de pêşdeçûnên siyasî yên li qada Sûriye û herêmê şîrove kirin û rola jinê di dawîkirina hemleya "Jina azad bingeha avakirina malbateke demokratîk e" da nasîn.

Li Tebqayê civîneke girseyî li ser pêşdeçûnên siyasî yên dawîn
23 tîrmeh, 2023   15:36
TEBQA

Di civînê de bi dehan şêniyên Tebqa, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, nivîsgeh û komîteyên jinan beşdar bûn.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Nadiya Mihemed bixêrhatinabeşdaran kir û dûr endama Giştî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Cela El Hemzawî pêşdeçûnên siyasî yên Ii qada Sûriye û herêmê şîrove kirin.

/ar/uploads/files/2023/07/23/144500_akhttam-slslh-alajtmaaat-aljmahyryh-alty-atlqtha-almrah-fy-mjls-hzb-swrya-almstqbl-28529.webp

Cela behsa şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne kir; mîna nakokiyên eşîrtî, tehrîdkirina eşîran ji bo vekişandina zarokên xwe ji nava QSD′ê ku eniyên hundirîn lawaz bikin, derxistina fitneyan û belavkirina hişbirê da ku derbeyê li jin û ciwan û civakê bixin.

Cela îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên zêde li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîda dawî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi taybet nameyên gefxwarinê yên dawî kir û got: "Bê guman armanca wan şikandina vîna gelên azad û têkbirina projeya neteweya demokratîk e."

Cela diyar kir ku divê gel ji van planên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelan bi kar tînine hişyar bin û li dijî planên li dijî herêmê bibin yek.

Cela El Hemzawî di dawiyê de li ser girîngiya hemleya Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê daye destpêkirin axivî û got armanca wê geşkirina zanabûna jinan e ku di nava civakê de çalak bikin da ku civakeke demokrat û azad ava bikin.

(fr)

ANHA