Piştî Lîbya, Efganistan û Azerbeycanê çeteyên dewleta Tirk li Ukraynayê ne

Li gorî agahiyên ku hin çavkaniyan ji herêmên dagirkirî parve kirin, dewleta Tirk a dagirker vê carê çeteyên xwe şandine Ukraynayê da ku li rex hêzên Ukraynayê şerê hêzên Rûsyayê bikin. Peyman bi sê mehan û li beramber 3 hezar dolar e.

Piştî Lîbya, Efganistan û Azerbeycanê çeteyên dewleta Tirk li Ukraynayê ne
23 tîrmeh, 2023   07:53
ŞEHBA-SÎPAN CÛDÎ

Roj bi roj, niyetên dewleta Tirk a dagirker ên li bakurê Sûriye ya dagirkirî eşkere dibin. Dewleta Tirk çeteyên qaşo Artêşa Nîştimanî ya Azad ji bo pêkanîna ajandeiyên xwe li gelek dewletên cîhanê bi kar tîne. Destpêkê şandin Lîbya, dûre Efganistan û Azerbeycanê. Îro jî dişîne Ukraynayê ji bo ku li dijî hêzên Rûsyayê şer bikin.

Çavkaniyan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 5 mehan ve, gelek çete ji Ezaz, Bab û Efrînê şandine Ukraynayê. Peymana wan sê meh û li beramberî 3 hezar dolar in. Lê hejmara wan nehat zanîn.

Li ser sosyal medya dîmenek hat parvekirin ku ya serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker û piştî 3 mehan ji Ukraynayê vegeriyane. Serçete di dîmenê de behsê dike çawa bi fermana rasterast a MIT`a Tirk diçe Ukraynayê û li beramber wê bi dolar fon biriye, lê piştre pê hesiye ku sexte ne.

Dewleta Tirk a dagirker ji gelek mehan ve siyaseteke wisa dimeşîne ku çeteyên ajandeyên wê pêk nîne, li dijî hev derdixîne û dehf dide çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (Cebhet El Nusra berê) hin komên li Efrîn, Ezaz û Babê yên bakurê Helebê tesfiye bike.

Herî dawî, çeteyên Ehrar El Şam û Sultan Suleyman Şah li navenda Efrînê bi hev ketin, piştî ku serçeteyekî Ehrar El Şamê bi fermana  rasterast a Heyet Tehrîr El Şamê hate kuştin. Şer 2 rojan berdewam kir. Di encamê de Heyetê gelek tax û navendên çeteyên Ehrar El Şamê li navenda bajêr desteser kirin.

(şx)

ANHA