Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li Reqayê li dar ket

Yekitiya Jinên Ciwan Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan bi dirûşma “Bi jin, jiyan azadî, azadî dê bi ser keve” duh li Reqayê li dar xist.

Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li Reqayê li dar ket
Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li Reqayê li dar ket
Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li Reqayê li dar ket
Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li Reqayê li dar ket
Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li Reqayê li dar ket
Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li Reqayê li dar ket
Mîhrîcana Werzîşê ya Şehîd Nûjiyan li Reqayê li dar ket
23 tîrmeh, 2023   08:19
REQA

Mîhrîcan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket. Xelkê herêmê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û rêxistinên jinan tev li wê bûn.

Di mîhrîcanê de, hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Henan El Bekûr axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Her wiha destnîşan kir ku ji bo desteyê, werzîş bi taybet werzîşa jinan gelek girîng e.

Henan got: “Em gihaştin wê astê ku em mîhrîcaneke werzîşê li ser asta Bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dar bixin û jinên ciwan teşwîq bikin ji bo ku tev lê bibin. Me mîhrîcana xwe bi şehîd Nûjiyan bi nav kir ku yek ji pêşengên Yekitiya Jinên Ciwan bû û ji werzîşê hez dikir.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjiyan Ocalan tevî 5 endamên din ên yekitiyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî maleke Kobanê di 25`ê Kanûna 2021`an de şehîd bû.

Henan diyar kir ku mîhrîcan di çarçoveya hemleya “Bi jin, jiyan, azadî dê azadî bi ser keve”

Di mîhrîcanê de tîmên jinan ên ji Cizîr, Reqa, Minbic, Kobanê û Tebqayê ketin pêşbaziya durçerxeyê û di dawiyê de tîma Kobanê bû yekemîn û ya Reqayê bû ya duyemîn.

Dûre jî turnovayên hilgirtina giraniyê û satrancê, futbolê li dar ketin. Di dawiya turnovaya futbolê de tîma Kobanê li hember Reqayê bi ser ket.

Di tenîsê masayê de jîtîma Reqayê bi ser ket.

Di dawiya mîhrîcanê de, Desteya JIn û Desteya Werzîş û Ciwanan ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîmên serkeftî xelat kirin.

(şx)

ANHA