Li rojavayê Dêrazorê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarê Dêrazorê 2 leşkerên hikumeta Şamê di êrişeke çekdarî de hatin kuştin.

Li rojavayê Dêrazorê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
23 tîrmeh, 2023   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, bi çekên navîn û sivik navendeke Emin Dewle ya girêdayî hikumeta Şamê li bajarokê Zixîr Şamiye yê rojavayê Dêrazorê kir hedef. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Li gel vê êrişê, tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de berdewam e.

Di 10`ê Tîrmehê de endamên Dîfa El Watanî û Polîsa Leşkerî li taxa Hemîdiye ya Dêrazorê bi hev ketin ji ber ku Dîfa El Watanî deriyên hesinî yên malên wêrankirî dizîn û baç nedan Polîsa Leşkerî. Di encamê de endamekî Polîsa Leşkerî birîndar bû.

(şx)