Li Helebê li ser Lozanê civîn

PYD′ê bi boneya sedsala Peymana Lozanê civînek li dar xist, tê de Peymana Lozanê, sedem û armancên wê hatin şîrovekirin.

Li Helebê li ser Lozanê civîn
22 tîrmeh, 2023   18:41
HELEB

Di Jêrzemîna 8′ê Adarê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de bi beşdariya endamên komîn, saziyên sivîl, partiyên siyasî, nûnerên hêzên ewlehî, leşkerî û kesayetên serbixwe yên siyasî yên ji derveyî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civînek hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2023/07/22/175900_2023-7-22-hlb-ajtmaa-hzb-alathad-aldymqraty-bkhsws-mewyh-atfaqyh-lwzan-28529.webp

Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Emîne Beyrem civîn bi rê ve bir, dûre endamê Malbenda Çandê ya Helebê Cemîl Reşîd axivî, Peymana Lozanê û naveroka wê şîrove kir.

Reşîd wiha got: "Peymana Lozanê li ser dîroka Rojhilata Navîn girêkeke mezin çêkir, ji aliyê dewletên beşdar û îmze kirine ve. Ew mîna hemû peymanên din ku dewletên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser keftine û îmze kirine."

CUDAKIRINA GEL

Li ser armancên Lozanê Reşîd wiha domand: "Peymana Lozanê bi armanca parçekirina herêmên serweriyê û xêzkirina nexşeyên nû da ku karibin berjewendiyên xwe mayînde biparêzin pêk hat."

Cemîl Reşîd destnîşan kir ku ji bo pêkanîna peymana Sykes-Picot Peymana Lozanê hate îmzekirin û armancên wê cudakirin bû û wiha pê de çû: "Van dewletên beşdarî her du peymangehan bûn, dewlet û blokên ku berê hebûna wan tune bûn ava kirin û ji wan re sînor ava kirin û xistin bin desthilata wan."

Li ser sedema pêkanîna vê peymanê Reşîd wiha dewam kir: "Ji bo parçekirina dewleta Osmanê li vê herêmê di navbera xwe û dewletên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de serketine ev peyman pêk hat. Dewlet hatin parçekirin, nexşe ji wan re hatin danîn û sînorên mayînkirî hatin çêkirin."

′FIKRA HEBÛNA KURDAN HATE RAKIRIN′

Li ser vê mijarê Cemîl Reşîd wiha got: "Gelê Kurd di nava dîwar û sînoran de hate parçekirin, êdî bav û dê li parçeyekî û zarok li parçeyekî man. Beşekî mezin ji wan bajarên nû hatin parçekirin û belavkirin."

Li ser çarenûsa Peymana Lozanê Reşîd wiha anî ziman: "Bi sedsala Peymana Lozanê re nîqaş li ser çarenûsa wê bi rêya pêşkêşkirina gelek pirsan li derfeta nûkirin an jî têkbirina wê tên kirin."

Cemîl Reşîd di dawiyê de li ser lêkolînekê bi navê "Peymana Lozanê û siyasetên li dijî Kurdan li dewletên Kurdistan parçe kirine tên nûkirin" xwend û tê de Peymana Lozanê ku sedema sereke ya karesatan bû şîrove kir; ji wan rakirina hebûna Kurdan, her wiha bû sedema sereke ya qetilkirin û komkujiyên li dijî Kurdan û her dewletek ji wan 4 dewletên ku Kurdistan parçe kirine ji xwe qetilkirin û qirkirina Kurdan maf didîtin.

(fr)