Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Bi çalakiyeyeke protestoyî jinên li Herêma Cizîrê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got ew hêz û berxwedana xwe ji Rêber Abdullah Ocalan werdigirin.

Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi sedan jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
22 tîrmeh, 2023   18:44
QAMIŞLO

Bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” Kongreya Star çalakiyeke protestoyî li Stada Heysem Kiço ya li bajarê Qamişlo bi tevlêbûna bi sedan jinên ji Herêma Cizîrê li dar xist.

Jinan bi hildana pankartên `dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye` û `bê serok jiyan nabe` banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Di çalakiyê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semer El Ebdulah li ser navê Rêveberiya Xweser axivî û diyar kir ku hêzên komploger Rêber Abdullah Ocalan dîl girt û radestî dewleta Tirk kir û tecrîda li dijî wî xwestin ku vîna wî û ya gelan têk bibin. Semer wiha got: “Rêber Ocalan ji bo rakirina zilmê û banga fikra neteweya demokratîk niha bi tecrîdê rû bi rû dihêlin. Fikra wî ji bo me hêvî ye. Ev jî yek ji armancên girtina wî ye.”

Di axaftina xwe de Semer bal kişand ser rola CPT′yê di şopandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de û da zanîn ku bi erka xwe ranabe û ew bi vî şêwazî alîkariya dewletên komploger dike.

Semer destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk ve bê exlaqî ye û wiha pê de çû: "Cihê ku divê Rêber Abdullah Ocalan lê bimîne ne girtîgeh e, cihê wî di nav gel û hezkirên wî de ye.”

Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Silêman jî diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abduleh Ocalan jinan nasnameya jiyana azad nas kir û got: "Îro jin xwedî hêz in û dîroka xwe ji nû ve dinivîsînin, pê re jî nirx û hebûna xwe diparêzin û diyarî tevahî mirovahiyê dikin. Rojhilata Navîn, Mezopotamya cihê şaristaniya demokratîk a çanda neolotîk e. Cihê dayika xwedawend a ku bi hezan rêveberiya civaka xwe kiriye û îro careke din em vê zindî dikin.”

Hêvî da zanîn ku pêvajoya qirkirinê ya ku bi hezarên salan ser gelan tê meşandin, niha bi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan hatiye astengkirin û got: “Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her wiha tevahiya cîhanê, şopedarên Rêber Apo hene, bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî îro bang tên kririn û şoreş tên destpêkirin.”

Hêvî Silêman di dawiya axaftina xwe de got: “Dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em jin jî erka me ew e ku em têkoşîna xwe bidomînin.”

Çalakiya protestoyê bi dirûşma `Bijî berxwedana Îmralî` û bi tilîliyên dayikan bi dawî bû.

(sb)

ANHA