​​​​​​​‘Em pabendî ramanên Rêbertî ne’

Jinên Heleb û Kobanê got Rêber Abdullah Ocalan ramaneke durist daye gelê xwe, ji ber vê yekê gel pê ve girêdayî ye. Jinan anîn ziman ku ew ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu alternatîfên din qebûl nakin.

​​​​​​​‘Em pabendî ramanên Rêbertî ne’
23 tîrmeh, 2023   00:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Heleb û Kobanê bertek nîşanî tecrîd û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dan.

/kr/uploads/files/2023/07/22/182810_-1.webp

Welatiya bi navê Neîme Xelîl a ji taxa Şêxmeqsûdê tecrîda girankirî, cezayê dîsîplînê û nameyên gefan ên li Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: "Biçûk û mezin em ê li hemberî binpêkirinên li dijî Rêbertiya me serî hildin. Em ê bê deng nemînin, em teslîm nabin, em ê têkoşînê bidomînin heta ku dewleta Tirk a dagirke rêberê me serbest berde."

/kr/uploads/files/2023/07/22/182744_-1.webp

Leyla Ehmed a ji heman taxê bertekên tund nîşanî "cezayê dîsîplînê", qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û şandina nameyên gefan da.

Leyla Ehmed got dê şopdarên ramanên Rêber Abdullah Ocalan bin heta azadî û demokrasiyê mîsoger bikin û wiha domand: "Em li ser soza xwe ne, em gav paşde navêjin, em ê bi pêş de biçin û her tim rih û canê xwe bidin. Em ê azadiya wî ya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

'DEWLETA TIRK BÊ ÇARE MAYE'

/kr/uploads/files/2023/07/22/182757_-1.webp

Welatiya bi navê Mewlîda Ehmed a ji Şêxmeqsûdê bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker a ji şandina nameyên gefan û got: "Dewleta Tirk ji belavbûna ramanên Rêbertî ditirse, ji ber vê yekê hewl dide gel ji Rêbertî qut bike."

Mewlîda Ehmed anî ziman ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne û got dewleta Tirk a dagirker çi bike jî dê nekare vê fikrê tune bike.

/kr/uploads/files/2023/07/22/182730_.webp

Welatiya bi navê Şêrîn Ehmed a ji Kobanê diyar kir ku di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de wan ramanên Rêber Abdullah Ocalan esas girtin. Her wiha bi bîr xist ku zextên li ser Rêber Ocalan zêde bûne û got: "Em nizanin ka rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye."

/kr/uploads/files/2023/07/22/182715_.webp

Rohilat Ebdî jî ya ji Kobanê sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kir û wek karekî derexalqî bi nav kir. Rohilatê wiha domand:  Rêbertî ji mafên xwe yên herî sereke, wekî mafê dîtina malbat û parêzerên xwe, bê par e."

'JIYANA RÊBERTÎ DI XETEREYÊ DE YE'

/kr/uploads/files/2023/07/22/182647__1.webp

Ahîn Etê jî ya ji Kobanê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî tecrîda li ser gelê herêmê û gefên li dijî wî wekî gefên li dijî gelê herêmê nirxandin û got: "Ji destpêka ferzkirina tecrîdê de dewleta Tirk a dagirker hewl dide Rêbertî û gel ji hev qut bike, lê nikare, ji ber vê yekê ji bilî gefên dawîanîna jiyana wî li girtîgehê tiştek din li pêşiya wê nema."

/kr/uploads/files/2023/07/22/182702_.webp

Welatiya bi navê Hesna Bozê jî bang li şêniyan kir ku li hemberî komplogerên li ser Rêber Ocalan dakevin qadan û dengê xwe bikin yek û got: "Azadiya Rêbertî azadiya me ye. Divê em têkoşînê geş bikin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WOMKyhVHVTs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>