‘Metirsiyeke cidî li ser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan heye′

Sendîkayên Navneteweyî yên Karkeran metirsiya xwe li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û rewşa wî ya tenduristî anî ziman û diyar kir "Rêxistinên mafên mirovan, Meclisa Ewropayê û hikumetên ewropayî di vê binpêkirina mafên mirovan de bi bêdengiya xwe hevkar in."

‘Metirsiyeke cidî li ser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan heye′
21 tîrmeh, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Her du serokên Sendîkayên Navneteweyî yên Kakeran Christine Blower û Simon Dobbins û komeke nûnerên sendîkayan duh bi daxuyaniyekê metirsiya xwe li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û dê li Parlamentoya Ewropayê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.

Christine Blower û Simon Dobbins ‎di daxuyaniyê de got: "Birêz Ocalan ji 24 salan ve di girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyeyê di hucreyê de ye û di dirêjahiya 2 salan de hevdîtina parêzer û malbata wî hatiye qedexekirin û tu agahî li ser rewşa wî nayên. Di vê demê de ew zindî ye, rewşa wî baş e yan na, em nizanin. Lê niha li ser jiyan û tenduristiya wî metirsiyeke cidî heye."

Di daxuyaniya nûnerên sendîkayan de jî hate diyarkirin ku CPT′yê tu agahiyên têrê dikin ji raya giştî re ranegihandin, bi wê re metirsî û fikar zêde bûn û got: "Em ê di civîna çapemeniyê de aşkera bikin ku rêxistinên mafên mirovan, Meclisa Ewropayê û hikumeta Ewropayê di  vê binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn de bûn hevkar. Ji ber ku ew li hember vê yekê bê deng in."

(fr)