​​​​​​​Tehran û Moskov DYA’yê li Rojhilata Navîn diceribînin

Di vê dawiyê de gelek qezayan li nêzî Tengava Hurmuz û Sûriyeyê rû dan. Her wiha Pentagonê da zanîn ku hêzên xwe li Rojhilata Navîn zêdetir kirine.

​​​​​​​Tehran û Moskov DYA’yê li Rojhilata Navîn diceribînin
21 tîrmeh, 2023   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora CNN’ê, Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hêzên xwe yên  segmanên deryayî(Marine Corps) li Rojhilata Navîn zêde kirine. Ew yek ji bo bersivdana hewldanên Îranê yên li ser serweriya keştiyên bazirganiyê pêk hat.

Li gorî Pentagonê, belavkirina hêzên xwe ji bo bersivdana hewldanên Îranê ya gefxwarinên li dijî bazirganiya li Tengava Hurmuz û ava derdora wê ye.

Pentagonê got ew ê balafirên F-35, F-16 û keştiya şer a USS Thomas Hudner bişîne Rojhilata Navîn.

Fermandarê CENTCOM′ê Michael Korella gotibû dê hêzên nû li herêmê ji bo zêdekirina parastina bazirganiya navneteweyî bin.

Li gorî raporan, Rûsya hewl dide hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê bi rêya zexta li ser Washingtonê ku ji Sûriyeyê derkeve, asteng bike.

Ajanseke Rûsyayê jî duh li ser zimanê cîgirê serokê navenda Rûsyayê ya lihevanînê li Sûriyeyê admîral Oleg Gorenov daxuyandibû ku balafireke Rûsyayê rastî ′pergala birêvebirinê′ ya balafirên F-16 ên Koalîsyona Navneteweyî ya serkêşiya Amerîkayê hatiye. Ew yek di dewriyeke rûtîn li ser sînorê başûrê Sûriyeyê pêk hat.

Gorenov got balafirên F-16 bandor li balafireke Rûsyayê kir, lê tu agahiyên din neda.

Gorenov diyar kir ku balafirên Koalîsyonê gelek caran qada hewayî ya Sûriyeyê binpê kirine.

(fr)