Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn aşkera kir ku endamê wan Hisên El Silêman li Dêrazorê şehîd bûye.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
21 tîrmeh, 2023   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî aşkera kir ku endamê wan Hisên El Silêman şehîd bûye.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Hisên El Silêman
Navê bav: Xelef
Navê dayikê: Emîne
Cih û dîroka tevlêbûnê: Kîsra, 04.08.2019
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 19.07.2023

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku şehîd Hisên di oxira parastina welatê xwe de canê xwe da. Di erkên xwe de pêşeng bû û heta şehadetê li hember parastina gel û xaka xwe dudil nedibû.

Hêzan got şehîdên wan di oxira parastina welat û gel de canê xwe da û ew soz didin gelê xwe ku rêya wan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin.

(fr)