PDK′ê rojnamevan Umêd Beroşkî revand

Duh piştî 4 sal cezayê girtîgehê ji bo rojnamevan Şêrwan Şêrwanî hate dayîn, rojnamevan Umêd Beroşkî ragihandibû ku serokê hikumeta Herêmê Mesrûr Barzanî bi aqilek polîsî biryara cezakirina Şêrwanî daye. Piştî vê duh bi şev rojnamevan Umêd Beroşkî hate revandin.

PDK′ê rojnamevan Umêd Beroşkî revand
21 tîrmeh, 2023   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Dadgeha Hewlêrê piştî zêdetirî ji sê seatan dadgehkirinê, bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Şêrwanî birî.

Parêzerê Girtiyên Behdînanê Remezan Hertîzî têkildarî biryara dadgehê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got; “Dadgeha Hewlêrê li gorî madeyên 295 û 298, bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê li Şêrwan Emîn birî, ku ev yek jî nebûna serweriya yasa û dadgehên Herêma Kurdistanê nîşan dide.”

Yek ji hevalên Şêrwan Şêrwanî, Umêd Beroşkî jî têkildarî 4 sal cezayê ku li Şêrwan Şêrwanî hatiye birîn duh axivî û gotibû; “Dadgehê 4 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî ne biriye, ev biryare biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye. Bi fikir û hişmendiya leşkerî û îstîxbaratî welat nayên birêvebirin. Lewra ev biryare li dijî dengê nerazî yê Behdînanê hat dayîn. Pêwîste em li dijî vê biryarê rawestîn û helwest nîşan bidîn.”

Piştî vê daxuyaniyê, Umêd Beroşkî duh bişev hate revandin.

Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd da zanîn ku duh bi şev rojnamevan Umêd Beroşkî li Dihokê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye revandin.

Ayhan Seîd ku li ser malpera xwe peyamek belav kir got; “Çarenûsa canê Beroşkî li ser hêzên ewlekariyê yên PDK’ê ye. Ji ber ku ji aliyê wan ve bi lêdan û bê biryara dadgehê hatiye revandin.”