​​​​​​​Dag û Er çalakiya xwe bidawî kir

Malbatên Mazlum Dag û Abduurrahman Er ku li dijî zordestiya PDK’ê 65 rojan bûn li zindanê di çalakiya gireva birçîbûnê de bûn, gotin rayedarên PDK’ê hinek soz dane wan, lewma çalakî hatiye bidawîkirin.

​​​​​​​Dag û Er çalakiya xwe bidawî kir
21 tîrmeh, 2023   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên Dag û Er li ser berxwadana zarokên bi armanca danustendinan û peydakirina çareseriyê ev demek bûn li Başûrê Kurdistanê hevdîtin dikirin. Malbatan bi alîkariya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê (Başûr) û her çar parçeyên Kurdistanê karîn piştî 65 rojan ji bo çalakiya Abdurrahman Er û Mazlûm Dag ku li girtîgeha PDK’ê ya Hewlêrê li dijî zext, îşkence, gefên kuştin, ferzkirina cilûbergên yek tîpî û cudakirina wan ji girtiyên terorîst, dabûn destpêkirin, rêyek çareseriyê peyda bikin. Malbatan bang li aliyan kirin ku agahdarê tenduristî û jiyana zarokên wan bin û mafên wan li girtîgehê neyên binpêkirin.

Piştî hevdîtin  û hewldanên xwe herdu malbatan duh êvarê avahiya nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê.  Dayika Abdurrahman Er, Fatma Er di daxuyaniyê de ragihand ku zarokên wan Abdurrahman Er û Mazlûm Dag piştî zêdetirî du mehan ya li dijî zext, îşkence û ferzkirina cilûbergên bi yek tîpî dawî li greva xwe ya birçîbûnê anîn û got; “Em spasiya hemû hêz, alî û kesayetên ku piştgiriya me kirine, dikîn.”

Herwiha dayika Mazlûm Dag, Qudred Dag di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand, ew bi mebesta ji tenduristî û jiyana kurê xwe agahdar bin hatine Başûrê Kurdistanê, piştî 65 rojan wan dawî li greva birçîbûnê anîn û got; “Bidawîkirina greva birçîbûnê ji bo me cihê keyfxweşiyê ye. Herwiha em bang li aliyên peywendîdar û gelê Kurd dikin ku ji rewşa tenduristî û jiyana zarokên me agahdar bin û nehêlin careke din mafên wan li girtîgehê bên binpêkirin.”

Ji aliyê xwe ve bavê Abdurrahman Er, Şahîn Er jî têkildarî bidawîkirina greva birçîbûnê axivî û wiha got; “Piştî ku wan li dijî binpêkirin û zextan 65 rojan di greva birçîbûnê de man, niha rewşa tenduristiya Er û Dag zêde baş nîne. Lewra ji bo me cihê keyfxweşiyê ye ku wan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn. Herwiha ji me re soz hate dayîn ku daxwazên Dag û Er bên bicihanîn. Lewra em spasiya hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji me re bûn alîkar.”

Mamê Mazlûm Dag, Hemîd Dag di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş ya malbatên Dag û Er de axivî û da zanîn ku ji bo gihandina daxwazên zarokên xwe û agahî ji rewşa Dag û Er werbigirin, ew bi Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan û Şêwirmendê Wezîra Karûbarên Civakî re civiyane. Herwiha diyar kir ku beşek ji hêz û aliyên siyasî ji bo bicihanîna daxwazên Dag û Er, pitşgiriya xwe ji wan re nîşan da ne.

Herwiha Hemîd Dag wiha got; “Me îro li Girtîgeha Mezinan ya Hewlêrê hevdîtin bi Abdurrahman Er û Mazlûm Dag re kir. Wan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîne. Em hêvî dikin ew careke din li girtîgehê li rastî zext, îşkence û gefan neyên, mafên wan neyên binpêkirin û daxwazên wan bên bicihanîn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Abdurrahman Er û Mazlûm Dag ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatin girtin û di girtîgehê de xistin nav girtiyên terorîst û kesên xirab. Her çendî ku Dag û Er daxwaz ji rêveberiya girtîgehê kirin ku wan nexin nav girtiyên terorîst ji ber ku ew girtiyên siyasî ne jî, lê îdareya girtîgeha PDK’ê guh nedan daxwazên wan. Lewra Abdurrahman Er û Mazlûm Dag li dijî zext, binpêkirinên mafên xwe, îşkence, gefên kuştinê û ferzkirina cilûbergên yek tîpî dest bi greva birçîbûnê kirin. Dag û Er îro piştî 65 rojan bi amadebûna dayik û bavên xwe herwiha xizmên xwe, dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê anîn. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve soza bicihanîn daxwazên wan hate dayîn.