​​​​​​​Li dijî avahiya HDP’ê ya li Eqnereyê êriş

Li dijî avahiya HDP’ê ya Altindaga Enqereyê êrişeke çekdarî hate kirin.

​​​​​​​Li dijî avahiya HDP’ê ya li Eqnereyê êriş
19 tîrmeh, 2023   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Altindaga Enqereyê di saetên şevê de ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrişa çekdarî pêk hat. 

Hate gotin, guleyek li cama avahiya HDP’ê ketiye. Di wê saetê de kes li avahiyê nebûye û ziyan gihîştiye avahiyê.

Polîs hatin cihê bûyerê û nehiştin kes nêzî avahiyê bibe û rojnamevan jî asteng kirin.