SOHR: Balafirên bêmirov ên biçek êrişî baregeha Himêmîmê kir

SOHR’ê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek êrişî baregeha Himêmîm a Rûsyayê ya li Lazîqiyê kiriye û ji ber êrişê birîndar hene û şewat derketiye.

SOHR: Balafirên bêmirov ên biçek êrişî baregeha Himêmîmê kir
19 tîrmeh, 2023   12:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafireke bêmirov a biçek êrişî baregeha Rûsyayê ya li Balafirgeha Himêmîmê kiriye û hêzên Rûsyayê hewl daye bersivê bide êrişê.

Di encama êrişê de birîndar çêbûn, parçeyên bombeyan li herêmên sivîlan ketin û şewat derket.

Tê destnîşankirin ku îsal ev êrişa yekemîn a bi vî rengî ye.

Medyaya hikumeta Şamê jî ragihand ku teqînên li herêmê di encama perwerdeyên leşkerî de çêbûne.

(c)