Ji ber tirsa girtinê Pûtîn beşdarî lûtkeya BRICS’ê nabe

Ji ber tirsa girtina Pûtîn li Başûrê Afrîkayê, dê li şûna wî wezîrê karên derve yê Rûsyayê serkêşiya şandeya Rûsyayê di lûtkeya BRICS′ê ya bê de bike.

Ji ber tirsa girtinê Pûtîn beşdarî lûtkeya BRICS’ê nabe
19 tîrmeh, 2023   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Dadgeha Sûc a Navneteweyî muzakereya girtinê li dijî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn derxist, serdozgerê giştî yê dadgehê Kerîm Xan ji tora CNN′ê re axivî û got divê Başûrê Afrîkayê tiştekî rast bike û qanûnên navneteweyî pêk bîne, ger serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di lûtkeya BRICS′ê ya meha bê ya li Johannesburg de beşdar bibe.

Di vê çarçoveyê de serokatiya Başûrê Afrîkayê ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beşdarî lûtkeya BRICS′ê ya ku dê li Başûrê Afrîkayê li dar bikeve, nabe û dê li şûna wî wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serkêşiya şandeya welatê xwe bike û dê serokên Çîn, Hindistan, Brazîl û Başûrê Afrîkayê di lûtkeyê de beşdar bin.

Nivîsgeha serokê Başûrê Afrîkayê bi daxuyaniyekê got bi lihevkirinekê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beşdarî lûtkeyê nabe, lê dê wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov nûnertiya wî bike.

Pûtîn ji bo lûtkeyê hate vexwendin. Li kêlek wê jî Başûrê Afrîkayê, Brazîl, Çîn, Hindistan beşdar bin. Serkêşiya vê lûtkeyê Pretoria dike û dê li Johannesburg ji 22′yê Tebaxê heta 24′ê Tebaxê bê lidarxistin.

Lê Dadgeha Sûcê ya Navneteweyî muzakereya girtinê bi tawana sûcê şer û bikaranîna zarokan di şerê li Ukraynayê de li dijî serokê Rûsyayê ji Adarê ve derxist.

Endamê Dadgeha Sûcê ya Navneteweyî diyar kiribû ku ji erka Başûrê Afrîkayê ye dema serokê Rûsyayê derbasî xaka wê bû, were girtin.

Koma BRICS ji Rûsya, Çîn, Brazîl, Başûrê Afrîkayê û Hindistanê di 2006′an de di lûtkeya Yekaterinburg de hate damezirandin, dûre navê wê bû BRIC û di 2011′an de bû BRICS, ew jî piştî tevlêbûna Başûrê Afrîkayê. Armanca vê komê têkiliyên aborî werin xurtkirin û piştdayîna ji dolar re kêm bikin.