13 partiyên Başûr koalîsyonek ava kir

13 partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên li herêmên dikevin ber xala 140’an a destûra Iraqê, koalîsyonek ava kir. PDK û Yekgirtûya Îslamî di koalîsyonê de cih nagirin.

13 partiyên Başûr koalîsyonek ava kir
19 tîrmeh, 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kerkûkê 13 partiyên siyasî yên kurdistanî, ji bo beşdarbûna hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ên li herêmên dikevin ber xala 140’an a destûra Iraqê, koalîsyonek ragihand û daxwaz ji partiyên din jî kirin ku beşdar bibin da ku piraniya dengan ji bo Kurdan bi dest bixin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, nûnerên partiyan li baregeha Hizba Komînîst a Kurdistanê li ser vexwendina Lijneya Karên Hevbeş a Partiya Çep a Kurdistanê civînek li dar xistiye.

Hate destnîşankirin ku di civînê de hemû partiyan biryar da ku lîsteyek berfireh a Kurdistanê li herêmên dikvein ber xala 140’an çêkin û bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin.

Di nava koalîsyonê de ji aliyên sereke Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komeleya Dadgerî, Hizba Komînîst, Partiya Sosyalîst û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê cih digirin. Lê PDK û Yekgirtûya Îslamî tê de cih nagirin.

PARTIYÊN BEŞDARÎ KOALÎSYONÊ BÛNE

Tevgera Goran

Tevgera Demokrat a Gelê Kurdistan

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê

Partiya Kedkarên Kurdistanê

Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê

Partiya Gelê Turkmen

Partiya Komînîst a Kurdistanê

Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê

Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê

Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê

Hevpeymaniya Nîştîmaniya Kurdistanê/ Rêveberiya Demkî

Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê

Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê