Siyasetmedar û parlamenterên Ewropayê piştgirî da Şoreşa 19'ê Tîrmehê

Siyasetmedar û parlamenetên Ewropayê di pîrozbahiya ku li Brukselê hat lidarxistin de piştgiriya xwe bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re anîn ziman.

Siyasetmedar û parlamenterên Ewropayê piştgirî da Şoreşa 19'ê Tîrmehê
19 tîrmeh, 2023   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera 11'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Nûneriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Belçîkayê duh pîrozbahiyek li avahiya xwe ya li Brukselê li dar xist. Hejmareke siyasetmendar û parlamenterên Ewropayê,  Kurd, Ereb û Suryayên li Ewropayê dijîn beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer axaftina destpêkê ya pîrozbahiyê kir. Omer bi kurtasî behsa pêvajoyên şoreşê kir û diyar kir ku ruxmî tevahî astengiyan Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû moleke bêhempa ya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de.

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku tevlîbûna tevahî pêkhateyan di saziyên Rêveberiya Xweser de xwedîkeretina wan a li vê tecrûbeyê û daxwaza wan parastina wê nîşan dide.

Omer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna QSD'ê ya li dijî terorê û bi bîr xistin ku  QSD'ê hîna bi dawî nebûye û gefan ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, di heman demê de li ser Ewropa û tevahî cîhanê xetereyê çêdike.

Ebdulkerîm Omer li ser gefên dewleta Tirk a dagirker jî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û welatiyan qetil dike. Omer bang li hikumetên Ewropayê kir ku sînorekî ji dewleta Tirk re deynin. Her wiha ji wan xwest ku li ser hesabê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bazaran bi Tirkiyeyê re nekin.

Bi navê pêkhateyê Suryan jî, Gabrîel Îsa jî girîngiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê destnîşan kir û got: "Ji destpêka şoreşê ve tevahî pêkhateyan cihê xwe di nava şoreşê de girtin, ji ber ku mafên xwe di dirûşm û ramanê şoreşê de dîtin."

Îsa ji hikumetên Ewropayê jî xwest ku destek û tevkariyeke zêdetir bidin tecrûbeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Ev proje modela jiyana hevbeş e û mafên tevahî pêkhate, ol û etnîkan mîsoger dike."

Bi navê Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) Farûq Doro jî piştgiriya xwe bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re anî ziman û got, ''Tevlîbûna tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê şoreşê de îsbat dike ku ev şoreş şoreşeke rasteqîn ku hewl dide rûpelên zilm û çewisandinê bitewîne ku pergalên desthilatdar pêk dianîn û hêviyên gelan ên azadiyê bi cih bîne.''

'EM TÎFAQÊN BI TIRKIYEYÊ RE YÊN LI SER HESABÊ KURDAN RED DIKIN'

 

Paşê, endama Parlamentoya Ewropayê ya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Avîn Enger axivî. Avîn Enger di destpêka axaftina xwe de piştgirî û hevgirtina gelê Swêdê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re anî ziman, piştre jî bal kişand ser nêzîkbûna di navbera Enqere û Stockholm, li hember hewildanên dawîn ên ji bo endambûna NATO'yê û got ew Partiya Sosyal Demokrat, ligel gelek partiyên din ên Swêdî, li ser helwesta xwe ya  piştgiriya Rêveberiya Xweser re ne û  lihevkirinên di navbera Swêd û Tirkiyeyê yên li ser hesabê gelê Kurd û daxwazên rewa yên jiyana azad û aştiyane red dikin.

Avîn Enger êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rêveberiya Xweser şermezar kir û bang li hikumetên Ewropayê kir ku li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bikevin tevgerê.

Her wiha parlamenterê Partiya Kesk a Fransayê Francis Alfonso, parlamenterê serbixwe yê parlamentoya Ewropayê Fabio Massimo Castaldo, parlamenterê Parlamentoya Ewropayê û serokê berê yê Koma Dostên Kurdan Jurgen Clotte axivîn.

Parlamenteran piştgiriya xwe bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re anîn ziman û diyar kir ku ew ji desptêkê ve şoreşê û destkeftiyên gelên herêmê ji nêzîk ve dişopînin. Her wiha destnîşan kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser yek ji berhemên şoreşê ye ku hêvî û armancên tevahî pêkhateyan bi cih tîne.

Parlamenteran diyar kir ku ew ji astengî û zehmetiyên li pêşiya ezmûna Rêveberiya Xweser agahdar in û gotin, ew ê tevahî cureyên destekê pêşkêş bikin heta ku ev astengî werin derbaskirin.

Parlameneterên Ewropayê her wiha berxwedana QSD'ê ya li dijî DAIŞ û komên çete silav kir û dane zanîn ku QSD'ê herêm û cîhanê ji sûcên van koman biparêzin.

Parlamenteran bal kişandin ser gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û diyar kir ku rejîma Tirk bi van êrişan dixwaza projeya demokratîk a li herêmê ji holê rake. Her wiha anîn ziman ku dewleta Tirk bi piştevaniya bi komên çete re gefan li ewlehî û aştiya cîhanê dixwe û derfetê dide "rêxistinên terorîst" da ku zindî bibin.

Parlamenteran got, li hember kirinên dewleta Tirk lazim e hêzên navneteweyî erkên xwe bi cih bîne û zextê li dewleta Tirk bikin da ku "Rêxistinên terorîst" careke din li van herêman derkeve. Di heman demê de ji hêzên navneteweyî xwestin ku destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku ewlehî û aramî li herêmê were mîsogerkirin.

(bb)

ANHA