Cihê ku mirovahî lê nîn e

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker hejmarek ciwanên ji Suriyeyê, îşkence kirin û piştre jî dîmenên vê hovîtiyê belav kirin. 

Cihê ku mirovahî lê nîn e
19 tîrmeh, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmena ku hat gotin li herêmên dibin dagirkeriya dewleta Tirk de hatine kişandin de, lêşkerên dagirker çend ciwanên ji Sûriyeyê girtine û îşkenceyê li wan dikin. Di dîmenan de tê dîtin ku ji kesên hatine girtin hinek di temenê zaroktiyê de ne û hatine tazîkirin, hinek ji wan bi awayekî serdevkî li erdê hatine dirêjkirin. Dagirkerek bi piyan diçe ser serê ciwanekî li erdê hatiye dirêjkirin, dagirkerek jî bi daran li serê wî dixe.

Dîmen ji aliyê derdorên nîjadperest ên ku sembola MHP’ê (nîşaneya qur) bikar tînin ve li ser hesabên media dijîtal hatine parvkeririn. Ruyê dagirkerên îşkenceyê dikin bi heman îşareta nîjadiyê hatine veşartin.

ANHA