Meclisa Civakî ya Ermen: Şoreşa 19’ê Tîrmehê dê bi ronahiya şehîdên xwe pêketî bimîne

Meclisa Civakî ya Ermen salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê li pêkhateyên Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê pîroz kir û got “dê şoreş bi ronahiya şehîdên xwe pêxistî bimîne û hevgirtina pêkhateyên xwe dê bi ser bikeve.”

Meclisa Civakî ya Ermen: Şoreşa 19’ê Tîrmehê dê bi ronahiya şehîdên xwe pêketî bimîne
19 tîrmeh, 2023   10:24
HESEKÊ

Bi boneya salvagera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê, Meclisa Civakî ya Ermen daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de şoreş li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û got şoreşê “xewnên sultanê komên tundraw Erdogan” têk birin.

Li pêş avahiya meclisê ya li Hesekê û bi beşdariya endamên meclisê û Yekitiya Jinan a Ermenî daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinan Mighrêk Mîxaîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şoreşa herî mezin şoreşa gelan e, şoreşa tevahî pêkhate û tevahî olan di 19′ê Tîrmehê de bû. Bi nûnertiya projeya neteweya demokratîk û rihê wê yê şoreşgerî gelê herêmê li dijî komên tundraw sekinî, bi ser ket û xewnên sultanê wan ê nexweş Erdogan têk birin."

Di daxuyaniya meclisê de hate destnîşankirin ku ji bo ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azad û serkeftî bimîne, ji Kobanê heta bi Dêrikê bi hezaran şehîd û birîndar ji Kurd, Ereb, Ermen, Asur û zêdetirî 30 hezar şehîd û birîndar di oxira parastina vê xakê de li dijî hêzên tarî û piştgirên wan hatin dayîn.

Meclisê bang li NY′yê, rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez tev bigerin û “alava şerê terorîst ê dewleta Tirk” bi dawî bikin ku rojane tevahî pêkhateyan ji zarok, jin, kal û pîran dike hedef, malan wêran dike, daran dişewitîne û avê li ser milyonan sûriyeyî qut dike.

Di dawiyê de meclisê got dewleta Tirk destkeftiyên Şoreşa 19′ê Tîrmehê û gelê wê yê berxwedêr dike hedef û ew yek ji bo tolhildana Artêşa Azad, Cebhet El Nusra û DAIŞ′ê ye.

(fr)

ANHA