′19′ê Tîrmehê jiyana gelê Rojava û Sûriyeyê nexşe kir′

Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku roja 19′ê Tîrmehê jiyana Rojava û gelê Sûriyeyê nexşe kir, her wiha Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê jî got, "Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi rêya Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest bi rêwîtiya azadî û ‎guhertinê kir."

′19′ê Tîrmehê jiyana gelê Rojava û Sûriyeyê nexşe kir′
18 tîrmeh, 2023   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya Partiya Sûriya Pêşerojê de hate gotin salvegera 11′an a Şoreşa 19′ê Tîrmehê derbas dibe û hîna Sûriye di hovantirîn destwerdanên navneteweyî û herêmî re derbas dibe, bi taybet dewleta Tirk; dagirkirin û guhartina demografîk.

Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniyê de aşkera kir ku roja 19′ê Tîrmeha 2012′yan ji bo jiyana Rojava û gelê Sûriyeyê jiyaneke watedar e û îro vedigere hêviya gelên Rojhilata Navîn û pêkanîna xewna wê ya îstîqrar, ewlehî, jiyana birûmet û pêşketinê.

Di daxuyaniya Partiya Sûriya Pêşerojê de hate destnîşankirin ku berxwedana dîrokî ya keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur û hwd li Kobanê bû sembola berxwedana û lehengiyê. Wan nimûneyeke ronak ji rewşa Sûriyeyê re pêşkêş kir ku li dijî hêzên terorîst û tundraw hevgirtî bin. Wan bi desteka Koalîsyona Navneteweyî rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst têk bir û di oxira parastina gel û xakê de 11 hezar şehîd dan û gelek birîndar û gazî çêbûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin di vê şoreşê de jinê roleke pêşeng di rêvebirina tevgerê û rênîşana wê de da û ji bo tevgerên mîna wê di şoreşên serdemê de pêngavek avêt.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ger destwerdan û dagirkerî ranewestin çareserî tune ye û divê zimanê diyalogê di nava tevahî hêzan de hebe da ku doza gelê Sûriyeyê, tevahî dozên din werin çareserkirin.

ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ.. 11 SALÊN ŞOREŞA KU NÛ DIBE

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê têkildarî Şoreşa 19′ê Tîrmehê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dema ku civak ji bo azadiyê têdikoşin, helbet siberojeke baştir li hêviya wan be. Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi rêya Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest bi rêwîtiya azadî û guhertinê kir û bi hêza xwe ya xweser rengê siberoja xwe diyar dike.

Em salvegera 11`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pêşwazî dikin, ku pê re hêza civakî derket holê û di demeke kin de her sê Rêveberiyên Xweser ava kirin. Ew rêveberî herêmên xwe bi rengekî demokratîk bi rêve dibin, aştiya navxweyî diparêzin, mafên hemû pêkhateyên resen ên civaka herêmê di ber çavan re digirin û li dijî hêzên terorê mîna rêxistinên tundraw ên wekî DAIŞ, El Nusra ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, têdikoşe. Ruxmî hemû komployan jî şoreş hîna li dar e.

Di 11 salan de em bi gelek rewşên mirovî re rû bi rû man. Hin caran bi rizgarkirina herêmên xwe ji hêzên tarî em kêfxweş dibûn, me piştî rizgarkirinê jî dest bi damezrandina rêveberiyên civakî ku pêkhateyên herêmê temsîl dikin, bi zimanê dayîkê diaxivin û bêyî tirs pê perwerdeyê dibînin, ava kirin. Di heman demê de em ji ber windakirina hezkiriyên xwe yên ku canê xwe fedayî axa welat û gelên herêmê kirin, xemgîn dibûn. Her wiha em rastî gelek komployan hatin, ku gelên me kirin hedef, parçeyên ji axa welatê me dagir kirin, gelê me yê Efrîn, Serrêkaniyê û Girê Spî da koçberkirin. Ruxmî van jî û ruxmî dorpêça li ser me hatiye ferzkirin jî, me li ber xwe da, em hê jî li ber xwe didin.

Herêmên me yên ewle ji bo xelkê herêmên din ên Sûriyeyê jî bûn stargeh. Ew kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehî û istiqrara dîtin. Herêmên me di heman demê de veguherîn cihên kombûna beşên muxalefeta nîştimanî ya ku nêrînên xwe bi serbestî dibêjin û hewl didin bi diyalogê û dan û standinan aloziya Sûriyeyê çareser bikin. Me deriyên diyalog û dan û standinê li pêşiya hikumeta Sûriyeyê jî vekirî hiştin, armanca me ew e ku em bigihîjin çareseriyekê, pê re bikevin pêvajoyeke nû û destûrekî demokratîk ku bêyî înkar û dûrxistin rastiya Sûriyeyê îfade bike.

Îro, 11 sal piştî Şoerşa 19`ê Tîrmehê, Şoreşa Jinê û civakê, em hîna mil bi mil bi hemû ol, etnîk û mezheban rêveberiya xwe ava dikin û bi xwîna xwe ku bi axa welat re bûye yek parastina wê dikin. Welatparêziya rastîn, girêdana saxlem û cewherê Şoreşa 19`ê Tîrmehê ev e.

Em Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Şoreşa 19`ê Tîrmehê, şoreşa jin û civakê ku nimûneya nîştimanî û mirovahî ye pîroz dikin. Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em ê ruxmî hemû komployên dijber jî rêya berxwedanê bidomînin û wefedarên nirxên şehîdên xwe bimînin."

(fr-cx)