Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî

Li Darêzorê çalakiyek ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî
Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî
Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî
Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî
Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî
Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî
Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî
Ji bo gefên li dijî Rêber Ocalan û êrişên Tirkiyeyê çalakî
18 tîrmeh, 2023   14:12
DÊRAZOR

Li pêş avahiya şaredariyan a bajarê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê çalakiya konvedanê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêmê, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê rûspiyên eşîrên rojavayê Dêrazorê Memdûh El Efyan axivî û wiha got: "Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin. Ev êriş tenê ji gelê herêmê re êş û azaran tîne."

El Efyan wiha domand: "Em destwerdanên dewleta Tirk şermezar dikin. Me ji wan gefan pir sûd girtiye, ew jî yekitiya gelê herêmê ye."

El Efyan diyar kir ku gelê herêmê yek e û dê li hember van hemû gefan şer bike û wiha pê de çû: "Em gelekî li ser xaka we û xaka mezinên xwe bi rûmet dijîn û serî ji dewleta Tirk re danîn."

El Efyan wiha anî ziman: "Em şêx û rûspiyên eşîrên rojavayê Dêrazorê parçekirina Sûriyeyê şermezar dikin. Em hemû etnîk, ger nêrînên me cuda bin jî, li ser vê xakê dijîn û em ê vê demokrasiyê derxin derve."

Li ser navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya rojhilatê Dêrazorê, endama rêveber a komeleyê Zehre El Taye axivî û wiha got: "Li ser navê jinên Dêrazorê em vê kiryar hovane ya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ev yek nîşaneya sûca li dijî mirovahiyê ye."

Zehre wiha domand: "Dewleta Tirk, dewleteke faşîst e. Em ji vî cihî pîroz ku tê de hemû etnîkên gelê Sûriyeyê hene bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin tecrîda li dijî ramyar û Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin."

Li ser navê meclisên herêmî yên li herêmêa rojava û şêniyên Dêrazorê endamê meclisê Ebdulqadir El Ehmed axivî û got: "Em bang li tevahî rêxistinên mirovî û hêzên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

El Ehmed wiha pê de çû: "Em dewleta Tirk der barê her êrişeke li dijî Rêber Abdullah Ocalan hişyar dikin û em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna li dijî delweta Tirk dewam bikin."

Çalakî bi diruşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA