Hêzên Îsraîlê 11 filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li gelek herêmên Dîfa El Xerbiyê ya Filistînê 11 kes binçav kirin. Li gorî raporan, di 6 mehên destpêkê yê îsal de 3 hezar û 866 filistînî hatine binçavkirin.

Hêzên Îsraîlê 11 filistînî binçav kirin
18 tîrmeh, 2023   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê “Wefa”, kesên hatine binçavkirin 6 ji wan ji Ram Allah, 4 ji Nablusê û ciwanekî ji Beyt Lehm in.

Li gorî raporeke medyaya Filistînê ku di 16`ê Tîrmehê de hatiye weşandin, di 6 mehên destpêkê yên îsal de hêzên Îsraîlê 3 hezar û 866 kes binçav kirine, ku di nava wan de 568 zarok û 72 jin jî hene.

(c)