Binpêkirinên dagirkeran li Efrînê

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 15 darên zeytûnan û hejmareke din a darên fêkiyan ên welatiyekî ji gundê Xilnêrê yê girêdayî bajarê Efrînê birîn.

Binpêkirinên dagirkeran li Efrînê
18 tîrmeh, 2023   08:29
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrînê agahî dan ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 15 darên zeytûnan û hejmarek darên goz û hejîran ên welatiyê bi navê Îmad Hisên ê ji gundê Xilnêrê birîne.

Zeviyên ku dar jê hatine birîn li pişt taxa Zêdiyê ya li navenda bajarê Efrînê ye.

Li Efrînê sûcên dagirkeran ên li dijî mirov û xwezayê berdewam dikin. Civaka navneteweyî li hember wan sûcan dengê xwe dernaxe.

(c)

ANHA