Hunermenda Kurd a ciwan Sulav Şeyda wefat kir

Lîstikvana sînemayê Sulav Şeyda ya ji Başûrê Kurdistanê di encama nexweşiyê de bi temenê 37 saliyê wefat kir.

Hunermenda Kurd a ciwan Sulav Şeyda wefat kir
18 tîrmeh, 2023   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermenda Kurd a ciwan Sulav Heme Xerîb ku bi navê Sulav Şeyda dihat naskirin, sala 1987'an li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 1994'an de wekî lîstikvan dest bi rêwtiya xwe ya hunerê kiriye. Sulav di fîlêmên mîna "Êşa gel", "Sêgoşeya Mirinê" de cih girtiye.

Piştre xebatên senaryo nivîsandinê û derhêneriyê meşandin û gelek fîlmên wekî “bisekine”, “Soma”, “Mîkrofon” û “Dengdayîn” çêkirin. Di gelek rêzefîlman de jî wekî lîstikvan cih girtiye.

Sulav Şeyda ji ber fîlmê xwe "Mîkrofon" gelek xelatên herêmî û navneteweyî wergirtine. Her wiha ji ber fîlmê "Rûndin" xelata baştirîn senaroya wergirtiye û wekî baştirîn lîstikvan di fîlmê "Daw" de jî hatiye xelatkirin.

(bb)