Ciwanên Helebê ji bo Rêber Abdullah Ocalan serî hilda

Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li djiî tecrîdê û gefxwarinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Helebê meşek li dar xist.

Ciwanên Helebê ji bo Rêber Abdullah Ocalan serî hilda
17 tîrmeh, 2023   20:20
HELEB

Bi sedan ciwnên li Helebê li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û nameyên gefxwarinê yên desthilata Tirkiyeyê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê dane Rêber Ocalan meşeke meşaleyî li dar xist.

Ciwan li hola 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd kom bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin.

Ciwanên ku di gelek kolanên taxê re meşiyan bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê berz kirin.

/ar/uploads/files/2023/07/17/195812_hyfa-bkr.webp

Meşvanan piştre berê xwe da cihê ku çalakiya konvedanê ji aliyê Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) lê li dar xistiye.

Li wê derê, piştî rêzgirtinê, endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir axivî. Hêva destnîşan kir ku wekî tevgereke ciwanan armanca wan a yekemîn pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Hêva bang li ciwanan kir ku li gorî vê ferasetê û ji bo têkbirina êrişên dagirkeran tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bibin.

Hêva diyar kir ku nameyên gefxwarinê yên radestî Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin, nayên qebûlkirin û got ku ciwan ji bo Rêbertî amade ne xwe feda bikin.

Hêva destnîşan kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê wan bigihîne azadiyê û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê dubare kir.

(c)

ANHA