Komxebat Hunera Şêwekariyê ya li Tebqayê bi dawî bû

Komxebata Hunera Şêwekariyê ya li Tebqayê bi xelatkirina 23 şêwekar û peykersazan bi dawî bû.

Komxebat Hunera Şêwekariyê ya li Tebqayê bi dawî bû
17 tîrmeh, 2023   20:28
TEBQA

Komxebata Hunera Şêwekariyê ku bi dirûşma "Bi hezkirina hunerê em bighên hev û pêş bikevin" ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve hatî birêxistinkirin, di roja 4'emîn de bi dawî bû.

Ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 23 şêwekar û peykersaz beşdarî komxebatê bûn û di nava 4 rojan de hunerên xwe nîşand dan.

/kr/uploads/files/2023/07/17/202844_-8.webp

Di roja dawîn de, endamê navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir El Inad axivî û beşdaran vexwend deqeyeke rêzgirtin.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Elî El Elaya komxebat pîroz kir û hêviya serketinê ji şêwekaran re xwest.

El Elaya anî ziman ku ev komxebat nîşana hevgirtina hunermendan e û got: "Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê banga biratiya gelan dike, serketinên mezin di qada hunerê de hatine bidestxistin. Serketina vê komxebatê berhemên keda Rêber Abdulalh Ocalan e."

Piştî axaftinan hunermend Şadî El Zubeydî û Raman Mihemed û komên navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê stran gotin.

Piştre beşdaran derbasî navendê bûn û berhemên şêwekar û peykersaziyên beşdarî komxebatê bûbûn temaşe kirin.

Di dawiyê de 32 şêwekar û peykersaz  û endamên komîteya amadekar hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA