Detayên asta lihevkirin û dan û standinên Rêveberiya Xweser bi muxalefetê û hikumeta Şamê re

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd geşedanên dawîn ên têkildarî lihevkirin û dan û standinên rêveberiyê bi aliyên opozîsyona Sûriyeyê li hundir û derve, “Îtîlafa Sûriyeyê” û hikumeta Şamê re eşkere kirin.

Detayên asta lihevkirin û dan û standinên Rêveberiya Xweser bi muxalefetê û hikumeta Şamê re
17 tîrmeh, 2023   20:00
HESEKÊ

Bedran Çiya Kurd ku beşdarî Foruma Sûrî ya ji bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû, bersiv da hin pirsên beşdaran. Forum îro bi sponseriya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Çiya Kurd di axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê de hatî meşandin û asta ku şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro gihîştiyê û got: “Tiştê li herêmê pêk hatiye bi saya hişmendî û zihniyeta rêveberiya vê şoreşê û pîvanên wê bû. Berovajî aliyên din ên ku bûn amûnerên girêdayî aliyên derve û şoreşa Sûriyeyê ji rêya wê derxistin.”

Çiya Kurd bi bîr xist ku di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de parastina herêman û dûrketina ji şerên herêmî û navneteweyî hat esasgirtin û wiha dom kir: “Armanca sereke parastina gelê herêmê bû. Lewma, pîvana jiyana bi hev re hat esasgirtin û bû bingehek ji bo destpêkirina şoreşê. Me hewl da ku di çarçoveya Sûriyeya yekbûyî de ya li gorî sînorên siyasî yên heyî, pergaleke siyasî ava bikin. Lê aliyên din her time m bi cudaxwaziyê tawanbar kirin.”

DI PAYÎZÊ DE KONGREYEKE SÛRIYEYÎ YA HÊZÊN GUHERTINA DEMOKRATÎK LI DAR DIKEVE

Çiya Kurd di nava axaftina xwe de, geşedanên siyasî yên dawîn û asta peywendî û dan û standinên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aliyên din ên li Sûriyeyê û derveyî wê re eşkere kirin û got: “Ji bo peywendiyên bi muxalfeta demokratîk û nerm re û xwediyên wê yên bi guhertinê bawer in, ji beriya çend salan de xebatekî domdar heye. Projeyek ber bi avakirina eniyeke nîştimanî ya sûriyeyî û demokratîk heye. Ji ber ku projeya me di bingeha xwe projeyek sûriyeyî-nîştimanî ye. li gorî wê em li ser pêşxistina vê xebatî bi hemû aliyên Sûriyeyê re dixebitin. Bi taybet aliyên ku bi pîvanên sereke ji bo parastina Sûriyeyê bawer in. Di vê pêvajoyê de, hevîdtin û nîqaşên domdar hene da ku em kongreyeke sûriyeyî ya hêzên guhertina demokratîk li dar bixin. Ev xebat di qonaxên xwe yên dawîn de berdewam dike. Ev xebat dikare di payîzê de pêk were.” Çiya Kurd tu detayên din der barê dîroka vê xebatê de parve nekirin.

'HETA KU OPOZÎSYONA GIREDAYÎ TIRKIYEYÊ DEV JI VÊ GIRÊDANA XWE BERNEDE EM NIKARIN PÊ RE LI HEV BIKIN'

Têkildarî peywendiyên bi aliyên muxalefetê yên Sûriyeyê yên li hundir û derve re û bi “Îtîlafa Sûriyeyê” re, Çiya Kurd got: “Peywendî bi hemû blok û komên opozîsyonê yên li Sûriyeyê û derveyî wê re heye. Têkildarî peywendiyên bi opozîsyona girêdayî dewleta Tirk a dagirker re û li herêmên ku Tirkiye dagir kirine, em nikarin pir behês bikin, an jî pê re dan û standin û peywendiyan deynin. Ji ber ku ew girêdayî dewleta Tirk a dagirker in û binpêkirinên xwe li dijî gelên herêmê didomînin. Heta ku dev ji ajandeyên derve bernedin, em nikarin pê re lihevkirinê bikin.”

ASTA DAN Û STANDINÊN RÊVEBERIYA XWESER Û HIKUMETA ŞAMÊ

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku helwestan wan di aliyê siyasî de li hember “rejîma Sûriyeyê” diyar e û nayê guherandin û wiha pê de çû: “Ji destpêka şoreşê de û heta niha, me ku me tevgera gel li Rojava da destpêkirin, helwesta me diyar bû, ew jî pêkanîna guhertina giştî li Sûriyeyê. Em hewl nadin hikumê li Sûriyeyê biguherînin an jî biçin ser desthilatê. Lê armanca me guhertina siyaseta hundirîn, guhertina destûrê ye. da ku ev destûr mafên hemû pêkhate û civakên Sûriyeyê misoger bike. Em hîna jî girêdayî vê helwestê ne. Di vê pêvajoya heyî de, tu guhertin di asta dan û standin an lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmê de tune ne. Tu dan û standinên siyasî yan diyalog an lihevkirin heta niha tune ne. Lê belê ji dema piştî dagirkirina Serêkaniyê de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên artêşa Sûriyeyê de bi rêya Rûsyayê tenê koordîne heye. Lê asta koordîneyê derbas nake. Em nikarin bêjin ku lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye. Lê belê em her tim ji bo bidawîkirina êşa Sûriyayan banga diyalogê li wan dikin.”

(c)

ANHA