Pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir bi dawî bû

Jinên minbicî pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbir bi atolyayê bi dawî kir.

Pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir bi dawî bû
Pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir bi dawî bû
Pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir bi dawî bû
Pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir bi dawî bû
Pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir bi dawî bû
Pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir bi dawî bû
Pêngava hişyarkirina ji xetereyên madeyên hişbir bi dawî bû
17 tîrmeh, 2023   20:03
MINBIC

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê di 5'ê Nîsanê de pêngaveke hişyarkirina ji madeyên hişbir dabû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de semîner û civîn ji tevahî beşên civakê re hatin lidarxistin.

Pêngav îro bi atolyayekê bi dawî bû. Endamên Rêveberiya Sivîl a Minbic, Komîteya Tenduristiyê, Meclisa Edaleta Civakê, şêx û rûspiyên eşîran, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî atolyayê bûn ku li hola Meclisa Rêveber a naverasta bajar hat lidarxistin.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Nûra El Hamid û endama Nisîgeha Jinan a Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê Cûd Melîs axivîn, bal kişandin ser ziyanên madeyên hişbir û şerê taybet ku li dijî civakê tê meşandin. Di axaftinan de hate gotin, madeyên hişbir roleke mezin di hilweşandina nirxên civakê û têkbirina îrade û azadiya wê de dilîze.

Hevseroka Komîteya Hundirîn Duha El Casim îşaret bi xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên têkbirina afata hişbir kir û bang kir ku divê civak li hemberî vê afatê hevgirtî be.

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin, li dijî madeyên hişbir dê divê xebat were xurtkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku hişbir wekî alava şerê taybet a ji bo têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bikarnaîn.

Atolya bi encamnameyekê bi dawî bû. encamname ku ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarê wê Îbtîsam Ebdulqadir ve hat xwendin.

Li gorî encamnameyê, ''Di çarçoveya pêngava li dijî hişbir de, li dibistanan 23 civîn, li kampan 2 civîn, li navendên tenduristiyê yên li gundan 7 civîn, li saziyên sivîl, leşkerî û rêxistinên civaka sivîl 7 civîn hatin lidarxistin. Herî dawî ev atolya hat lidarxistin û gelek pêşniyarên girîng hatin kirin ku dê li ser erdê werin pêkanîn.

Ji pêşniyarên hatine girtin ev in:

Ji bo zarokên ku ji ber mercên cûda nikarîbûn perwerdeya xwe temam bikin, dê navendeke fêrkirina karên pêşeyî were vekirin. Rewşa zarokên li sûkan kar dikin dê were şopandin û rê li ber xebitandina zarokan were girtin. Divê cezayên giran bidin kesên ku baziraniyê bi madeyên hişbirê dikin û belav dikin. Divê li dibistanan, bi taybet ên keçan beşê şêwiran dirûnî were vekirin. Pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbir were firehkirin û semîner li ser mijarê werin dayîn. Her wiha divê di navbera hemû saziyên giştî, taybet, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de xebateke hemahengî hebe û xebateke hevpar pêk bînin.''

(bb)

ANHA