Di Foruma Sûrî de banga yekkirina hewldanan ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê

Beşdarên Foruma Sûrî Ji Bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê diyar kirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiyê, şoreşeke civakî, çandî, siyasî ya rastîn e ku tevahî pêkhateyên wê dike yek. Her wiha pêwîstiya pêkanîna armancên şoreşê destnîşan kirin.

Di Foruma Sûrî de banga yekkirina hewldanan ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê
Di Foruma Sûrî de banga yekkirina hewldanan ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê
Di Foruma Sûrî de banga yekkirina hewldanan ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê
Di Foruma Sûrî de banga yekkirina hewldanan ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê
Di Foruma Sûrî de banga yekkirina hewldanan ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê
17 tîrmeh, 2023   14:26
HESEKÊ

Foruma Sûrî Ji Bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dirûşma “19`ê Tîrmehê: Şoreşa Jin û Gelan û Misogeriya Sûriyeya Demokratîk e” didome.

Piştî bidawîbûna axaftina hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid, fermandariya YPJ`ê Sarya Efrîn, rûniştina yekmîn a forumê bi navnîşan “Şoreşa 19`ê Tîrmehê (stratejî û dûrahî)” dest pê kir ku endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf ev rûniştin bi rêve bir.

Di rûniştinê de 3 mijarên hatin nîqaşkirin. A yekemîn bi navnîşan “Stratejiya 19`ê Tîrmehê” bû ku hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd bi rêve bir.

XURTKIRINA HEWLDANAN MIOSGERIYA SERKEFTINA ŞOREŞÊ YE

Bedra Çiya Kurd şoreşa 19`ê Tîrmehê li şehîdan, têkoşeran, Rêber Abdullah Ocalan ê ku rêya vê şoreşê xêz kiriye, malbatên şervanên enternasyonalîst ên ku di şoreşê de şehîd bûne, pîroz kir û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê, yek ji şoreşên herî baş ên herêmê û Sûriyeyê ye û li dijî rejîma yekpergalî ya zordest, derket. Gel di vê şoreşê de serî hilda û banga azadiyê kir.

Ji bo pêkanîna armancên şoreşê, Çiya Kurd banga xurtkirina hewldanan kir û got: “Li cem me zemîneke guncew heye. Berhema şoreşê, çareseriya herî guncew e ku tevahî gelên li Sûriyeyê, li benda wê ne.”

PÊŞENGIYA JINAN A ŞOREŞA 19`Î TÎRMEHÊ

Hevseroka Têkiliyan a PYD`ê Sema Bekdaş di mijara duyemîn a runiştinê de ku bi navnîşan “19`ê Tîrmehê şoreşek bi pêşengiya jinan e” bû axivî  û wiha anî ziman: “Şoreş, guhertin û avakirina mirov û civakê ye. Her tim şoreş nagihêjin armancên xwe. Girîngiya şoreşa Rojava di rêgezên wê yên stratejîk û xwendina analîzkirî  ya tevahî dozan de di serî de doza jinan û wê bikin bingeha şoreşê, nixumandî ye.”

Sema destnîşan kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, karîbû gelek şoreşan di şoreşekê de bihewîne û wiha domand: “Ev şoreş, şoreşeke fikrî, çandî, siyasî û şoreşa ziman û parastinê ye.”

LIHEVKIRINA GELAN Û JIYANA WAN A HEVBEŞ

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm mijara sêyemîn a rûniştinê ku bi navnîşan “Lihevkirina gelan, jiyana wan a hevbeş û yekbûna çarenûsê” bû bi rêve bir û got: “Bi sedan salan gelên herêmê bi zext, zulm, paşguhkirin û pişaftinê re rû bi rû bûn. Ji ber cudabûna neteweyî yan jî olî, bi qirkirina re rû bi rû man. Li Sûriyeyê piştî serxwebûnê, ev êş berdewam kirin. “

Li gorî Bersûm di şoreşa 19`ê Tîrmehê de, biratiya gelan yek ji rêgezên stratejîk û girîng e ku jiyana hevbeş a gelan xurttir kir.

Her wiha da zanîn ku belavbûna rêgezên neteweya demokratîk ên nû û modern, wateya rastîn a demokrasiyê ye ku derfetê dide tevahî beşên gel tev li çêkirina biryarê bibin û wê pêk bînin û wiha berdewam kir: “Rêgeza sêyemîn a şoreşê, têkoşîna li hember teror, rêxistinên terorîst ên çekdar e.”

Dûre beşdaran nêrînên xwe der barê her sê mijaran de parve kirin û destnîşan kirin ku gelên herêmê tiyê şoreşê bûn ji bo ku mafên xwe yên ji destdayî, bi dest bixe.

Her wiha diyar kirin ku ji bo çareserkirina aloziya li welêt, divê dest bi diyalogeke nîştimanî ya sûriyeyî were kirin û gotin jinan bi hevgirtina xwe pêşengiya şoreşê kir, gelek destkeftî bi dest xistin.

Beşdaran da zanîn ku şoreşa 19`ê Tîrmehê, şoreşeke civakî ya rastîn bi rêya avakirina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina gelek herêman berhem da. 

(şx)

ANHA