Erdogan mercên El Esed red kirin

Serokê dewleta Tirk a dagirker serta hikumeta Şamê ya vekişîna hêzên wê weke mercekî ji bo normalîzekirina peywendiyan, red kir.

Erdogan mercên El Esed red kirin
17 tîrmeh, 2023   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan îro rave kir ku dixwaze bi Beşar El Esed re bicive. Lê di heman demê de vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê weke mercekî pêkanîna danûstandinan red kir û bi “nayê qebûlkirin” wesifand.

Erdogan li Stanbolê beriya ku dest bi gera xwe ji bo Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê bike, li gel rojnamevanan  û got: “Em dikarin civîna çaralî li gel Sûriye, Rûsya û Îranê li dar bixin. Ji civîna bi El Esed re ez vekirî me. Ya girîng di vir de, rêgeza wan a li hember me ye.”

Girêdayî heman mijarê, El Esed duh di civîneke hevbeş li gel serokwezîrê Iraqê de Tirkiye rexne kir û got: “Hin dewletên cîran hene destê wan yekser di piştgiriya terorê de heye, yan ji ber sedemên firehkirinê yan jî ji ber sedemên baweriyê yên paşverû. Li rex wê, pirsgirêka herî mezin, dizîna para Sûriye û Iraqê ya ava çemên Firat û Dicle ye.”

(şx)