Gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin

Tecrîd û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê li navçeya Eyn Îsayê hatin şermezarkirin.

Gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
Gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
Gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
Gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
Gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
Gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
Gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin
17 tîrmeh, 2023   12:56
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê bi meşekê tecrîd û nameyên gefan ên ku dewleta Tirk radestî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Şêniyan ji pêşiya mizgefa Mezin heta çerxerêya Şehîd Cûdî meşiyan û dirûşmên "Bê serokê jiyan nabe " û "Bimire Erdogan" berz kirin.

Di çalakiyê de endamê Meclisa PYD'ê ya kantona Girê Spî Qeys Ziyab axivî û anî ziman ku tecrîkirina Rêber Abdullah Ocalan rûreşiya hêzên navneteweyî ye ku îdiaya edaletê dikin û durûtiya wan nîşan dide.

Ziyab diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gelên azad dike hedef û hewl dide îradeya gelên berxwedêr ên ku xwedî li ramanê Rêber Abdullah Ocalan derketine, bişkîne.

Qeys Ziyab got, Rêber Abdullah Ocalan sembola jiyana hevbeş e û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA