Rêveberiya Xweser Qanûna Daîreya Kooperatîfan derxist

Mecilsa Giştî ya Rêveberiya Xweser di rûniştina xwe ya 80`emîn de Qanûna Daîreya Koperatîfan derxist û hevserokên Desteya Hiqûq û Edaletê diyar kirin.

Rêveberiya Xweser Qanûna Daîreya Kooperatîfan derxist
17 tîrmeh, 2023   13:24
REQA

Mecilsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê rûniştina xwe ya 80`emîn li dar xist.

Endamên Meclisa Giştî û meclisên zagonsaz ên 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê di rûniştinê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Giştî Ferîd Etê bernameya rûniştinê xwend. Piştre Meşleb El Terkan û Mizgîn Hesen wekî hevserokên Desteya Hiqûq û Edaletê hatin diyarkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Hiqûq û Edaletê di rûniştina 79`an a meclisê de hatibû ragihandin û li desteyên Rêveberiyên Xweser hatibû zêdekirin.

Hevserokên hatine diyarkirin sond xwarin û peywirên xwe wergirtin.

Piştre, endamê Komîteya Qanûnî ya Meclisa Giştî Hamid El Ehmed reşnivîsa Qanûna Daîreya Koperatîfan xwend. Reşnivîsa qanûnê ji 16 madeyên ku di 5 bendan de hatine bicihkirin, pêk hat.

Piştî ku bend û madeyên qanûnê hatin nîqaşkirin, her bendek cuda ket dengdanê. Piştre guhertinên pêwîst hatin çêkirin û qanûn hat erêkirin.

(c)

ANHA