Kampanyaya hashtagê ji bo salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, sibê kampanyaya hashtagê dide destpêkirin.

Kampanyaya hashtagê ji bo salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê
17 tîrmeh, 2023   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî hate weşandin.

Di daxuyaniyê de salvegera 11`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye û Rojhilata Navîn hate pîrozkirin û şehîdên ku di oxira şoreşê de cane xwe feda kirine, bi bîr anîn.

Bang li rêxistin û civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo naskirina fedakariyên gelê herêmê û naskirina Rêveberiya Xweser ku îradeya azad a gel temsîl dike, bixebitin û wiha dom kir: “Divê civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li djiî gel, nûnerên gel û xebatkarên li herêmê, bikevin nava tevgerê.”

Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di salvegera şoreşê de dê roja 18`ê Tîrmehê saet di 20:00`an de li gorî dema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya hashtagê dest pê bike.

Bang li gelê herêmê û raya giştî hat kirin ku bi awayekî aktîf beşdarî vê kampanyayê bibin.

(c)