Leşkerên Tirk ciwanekî ji Tirbespiyê qetil kir

Ciwanê bi navê Rodî Silêman Ehmed ê ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hate qetilkirin.

Leşkerên Tirk ciwanekî ji Tirbespiyê qetil kir
17 tîrmeh, 2023   10:33
QAMIŞLO

Malbata Rodî Silêman agahî dan nûçegihanê me yê li Tirbespiyê û diyar kir ku lawê wan Rodî Silêman Ehmed duh (16`ê Tîrmehê) li nêzî Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê dema ku hewl daye biçe Bakurê Kurdistanê û piştre derbasî Ewropayê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hatiye qetilkirin.

Rodî Silêman Ehmed (25) ji gundê Sîha Mezin ê navçeya Tirbespiyê ye.

(c)

ANHA