​​​​​​​Salih Muslim: Divê em bizanin çima 11 hezar şehîdan canê xwe feda kir

Di foruma li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê de hevserokê PYD'ê Salih Muslim îşaret bi girîngiya parastina destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê kir û got "Divê em bizanin ka çima 11 hezar şehîdan canê xwe feda kir.”

​​​​​​​Salih Muslim: Divê em bizanin çima 11 hezar şehîdan canê xwe feda kir
​​​​​​​Salih Muslim: Divê em bizanin çima 11 hezar şehîdan canê xwe feda kir
​​​​​​​Salih Muslim: Divê em bizanin çima 11 hezar şehîdan canê xwe feda kir
​​​​​​​Salih Muslim: Divê em bizanin çima 11 hezar şehîdan canê xwe feda kir
​​​​​​​Salih Muslim: Divê em bizanin çima 11 hezar şehîdan canê xwe feda kir
17 tîrmeh, 2023   10:18
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê foruma li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê dewam dike.

Piştî axaftina hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê Perwîn Yûsif û hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Xoce, hevserokê PYD'ê Salih Muslim axivî.

Salih Muslim wiha axivî: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa serhildana gelan e û şoreşa xeta sêyemîn e. Guhertinên ku piştî 11 salan di civakê de çêbûne, bi xwe şoreş e. Me şoreşa xwe ji Kobanê dest pê kir. Me civak û jin ji hêzên hegemon û desthilatdar parastin. Her kes ji şoreşa me, ji rêxistina me û ji sekna me ya li hemberî tevahî êrişan matmayî ma. Bi saya bi hezaran şehîdan destkeftî hatin bidestxistin. Heke xwîna tevahî pêkhateyan di vê şoreşê de tevlihev bûye, hingî ev biratiya gelan e."

Muslim banga parastina destkeftiyên şoreşê kir û wiha pê de çû: "Divê em baş bizanin çima 11 hezar şehîdan giyanê xwe feda kir û çima heta niha keç û xortên me li eniyan tê dikoşin û şoreşê didomînin."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim banga şopandina xeta şehîdan kir.

‘19'Ê TÎRMEHÊ ŞOREŞEKE CUDA YE’

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahî gelan pîroz kir û şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

El Ebid bal kişand ser binkeftina şoreşên berê û got: “Sedema sereke ya binkeftina şoreşên berê tunebûna armanca sereke ya şoreşan bû. Yên ku navê muxalefetê li xwe dikirin ji xeta xwe dûr ketin. Em kêfxweş in ku em zarokên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne, şoreşa biratiya gelan û jiyana hevbeş in Em ji xeta muxalefet û rejîmê dûr ketin û di xelekekê de kom bûn.”

Hemdan El Ebid anî ziman ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji şoreşên din cuda ye û pêngaveke rasteqîn a şoreşa tevahî gelan e.

' XURTKIRINA PERGALA PARASTINÊ MÎSOGERIYA ŞOREŞÊ YE'

Piştre ji fermandarên YPJ'ê Sarya Efrîn axivî. Sarya Efrîn Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêber Abdulalh Ocalan, tevahî cangoriyên şoreşê, tevahî şoreşger û têkoşeran pîroz kir û got, ev şoreş encama ked û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan e.

Sarya Efrîn di dewama axaftin xwe de got: “Li Rojava dema çirûska şoreşê pê ket, gelê me yê berxweder bi derfetên kêm şoreş meşand. Vî gelê berxwedêr bi zarok û mezinên xwe îsbat kir ku dikarin li hemberî hegemoniya rejîmê û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilide. Ev şoreş ji tevahî gelan re bû mînak. Ji ber têkoşîna jinan û eşqa wan a şoreşgerî, şoreş bi navê wan hat naskirin. Me bi hejmareke kêm rêxistina xwe ya YPJ'ê ava kir, niha em bûne artêşeke û me deverên cuda rizgar kir. Her wiha me bi hezaran jin teşwîq kirin ku cihê xwe di nava şoreşê de bigirin. Divê em pergala xwe ya parastina xurt bikin, da ku şoreşa xwe mîsoger bikin, xeyalên şehîdan bi cih bînin û Rêbertiya xwe di nav xwe de bibînin.”

Forum bi danişîna yekemîn a li ser stratejiya şoreşê dewam dike ku ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf ve tê birêvebirin.

(bb)

ANHA